Maşik

xwarineke herêma Tolhildanê

Maşik xwarineke herêma Tolhildanê ye. Berê ji maşê didabûne ser, lewra jî navê wê maşik e, lê niha bi rizê (birincê) dikelînin. Li Edene, Mêrsînê îsota kutilkê (îsota gloverik a dolmehê), li Meletî û hin deveran bi îsota dirêj didin ser. Divê îsot (bîber) ne tûj (no) be. Çêkirina wê gelek hêsan e.

Berkelî (melzemeyê xwarinê) biguhêre

  • Têra xwe îsota dirêj an îsota giloverik a heşînê, dolmehê
  • 1 SA (stekana-qedeha avê) riz (bo 5-6 îsotên gloverik, 8-10 îsotên dirêj)
  • Xwê (solin)
  • Îsota pûlpelî (îsota sor, îsota tûj)
  • Li ser daxwazê qevdek pûjan
  • Li ser daxwazê 1 KÇ (kevçiyê çayê) ava lîmonê
  • Rûnê malê

Çêkirin biguhêre

Îsotan di quşxaneyê de bikelînin. Ava wê vala bikin, bidarivînîn û îsotan berdin quşxaneyê. Rûn tevlî bikin û biqelînin lê bila neşewitin.

Ava pakij a germ berdin navê û rizê tevlî bikin, bikelînin. Birinc keliyan, xwê, îsota tûj, ava lîmon û pûjanê tevlî bikin û bi tevbidin bila di nava hev de bihele. Bi germî bînin ser destexaneyê (sifre).