Mîdas kesatiyeke mîtolojîk e ku tiştên ku destê wî jê dikeve dibe zêr. Dihat bawerkirin ku ew keyê şaristaniyeke Anatolyayê yên Frîgyayê bû. Navê wî di çavkaniyên asûr û frîgiyan da wek Mîtayê Muşkî derbas dibe.[1]

Mîdas
Navê rastî
Μίδας Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
JidayikbûnNayê zanîn Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
MirinNayê zanîn Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Gordion Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Sedema mirinêJehrkirin li ser wîkîdaneyê biguhêre(Xwekuştin)
HevwelatîFrîgya Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Meqam
  • keyê Frîgyayê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Hevjîn
  • Hermodike II Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Zarok
  • Lîtiersês
  • Anchurus
  • Aegisteas Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dê û bav
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge
Wenêyê pirtûka Nathaniel Hawthorne ya ku behsa key Mîdasê dike (1893)

Mîdas li ser mît û rastiyê

biguhêre

Li gorî hemû çavkaniyên derheqê Mîdas de ew keyê Frîgyayê bû. Frîgya di sedsala 8em berî zayînê de çaxên xwe yên herî baş bihurand. Di wan çaxan de Anatolya bi saya hem cihên xwe yên stratejîk hem jî bi madenên zêran de pir dewlemend bibûn. Danustandin û bazirganî pêşketî bû ji xwe demekî şunde dîsa keyaniyekê Anatolyayî Lîdya pereyê îcad kir.

Di nav derdorekî wisa de derketina efsaneyekî giredayê zêre gengaz e. Li gorî Hêrodotos ew kurê Gordîas e.[2] Heman demê de navê paytaxtê welatê jî Gordion bû ihtimaleke ku mît jêgirtinan ji wê kiriba.

Hin çavkaniyan behsa bavûkalên Mîdasê dibêje ji gelên Trakyayê ne. Çaxê pitiktiya wî li dergûşa wî hin morî kom bibûn, ew jî wek pêşbinîya dewlemandiya wî hat ditîn.

Tê gotin ku ew ba hûnermendê lîrê Orfeûsê hatibû perwerde kirin.

Mîta li ser Mîdas

biguhêre

Destê Mîdas ji çi tiştî biketa ew diba zêr. Ew qabiliyet ji aliyê Dionîsos hatibû dayîn. Ew diyarî ji bo mevandariya keyê li hemberê satîr Sîlênos hatibû dayîn. Key derheqê muzîka Pan de gotiye ku ji muzîka Apolon çêtir e. Ji ber wê Apolon ceza da û guhê wî kire guhê keran.

Destdayîna Mîdas

biguhêre

Rojek ji rojan key di baxçekê de rastî satîrekî serxweş hat. Ew satîr bi zanabûna xwe navdar Sîlênos bû, lê wê demê bêhiş bû. Mîdas alikariya wî kir, xwarin da wî û wî dîsa anî ser hemda xwe. Piştî başbûna wî, wî dîsa da Dionîsos. Versiyoneke din de jî: Mîdas dafikek çêkirîbû ji bo Sîlênosê wê wîsa bidestxistibû. Lê dawiya çîrokê heman bû. Mîdas satîrê dida Dionîsos.

Dionîsos ji hemberê wê qenciyê heqqê xwestekî da Mîdas. Mîdas melheze kir çi bixwaze û dît. Daxwaz kir ku destê wî çi tiştê bikevî bila ew tişt bibe zêr. Ew daxwaz hate qebûlkirin. Mîdas rê de destê xwe avête çi ew bûn zêr, Mîdas ji vê yekê kêfxweş bû. Siwarî hespê xwe bû ew jî bû zêr, paşî situnên qesra wî jî bûn zêr dest avête avê ew jî bû zêr. Pirsgirêkek mezin derketibû holê Mîdas birçî ma, çû nav nivînên xwe ew jî bûn zêr balgêh jî bû zêr.

Rojeke din Mîdas bezî ba Dionîsos, xwest ku ji vê hêzê xwe bifilitîne. Dionîsos got tenê rêyek heye heger tu biçî li welatê Lîdyayê li wir çema Paktolos (çemê Sartê) xwe bişû ti ew hêza taybet jê biçe. Key ketê rê soxiyê çemê dît xwe avête nava wê.

Li Yewnanistana kevnare û cihana kevnar de bi rastî jî ew çem damara xwe yên zêr ve navdar bûn.[1] Dihat bawerkirin ku ew zêr ji Mîdas maye.

Mîdasê Guhker

biguhêre

Carekî di nav muzika Apolon û di nav mûzika Pan, Mîdas muzîka Pan bijart. Pan sîrînkan û panpînan îcad kiribû û wan zehf xweşt dixist û muzikeke baş ji wan çêdikir. Bi rastî jî muzîkvanekî baş bû lê ne hingê Apolon. Apolon xwedawendê muzîkê, rêberê mûzeyan û hostayê lîrê bû. Apolon ji Pan gelek girîngtir û mezin bû.

Apolon ji bijartina key gelek aciz bû, ji xwe ew kerr bû bila guhê wî jî bibûya yên keran. Şikla guhên wî guherand ji ber wê key Mîdas neçar ma her tim xwe li qesrê xef kir û çaxên derdiket jî serê xwe pê kumên Frigî re girt.

Sirra guhên wî tenê porbirê wî dizaniya, Mîdas wî dabû zorê ku kesî re nebêje. Lê porbir nekarî vê sirrê zêdetir hilgire û çû li qeraxekî axê koland û ji qulê ra got ''Mîdas xwedî guhê kerane'' û qulê dîs dagirt. Li ser wê axê komek riweka kaşê rabû kengî ba li wan diketa digotin ''Mîdas xwedî guhê kerane''. Key jî pê hesiya porbirê xwe kuşt paşî xwe jî kuşt.[1]

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ a b c Cartwright, Mark. "Midas". World History Encyclopedia (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 29 adar 2023.
  2. ^ Herodotus (5 adar 1998). Book 3. Oxford University Press.