Mêtingeh an jî kolonî, welatê ji aliyê biyaniyan hatî dagirkirin û ji aliyê ekonomîk û civakî û çandî ketî bindestê dewleteke din. Mêtingerî di sedsala 19an de destpê kiriye. Pêşkêşên vê di serî de Spanya û Portugal e lê dûvre bazar dikeve bin destê Ingilîstan û Frensa. Paşî Rûsya û Emerîka û Çîn û Japon û hin Ewropayî yê din jî tevlî vê karwana mêtingeriyê bûne.

Qada mêtingehiyê biguhêre

Qada bûye mêtingeh Efrîqa û Rojhilata Dûr e.

Mêtingehên Spanyayê biguhêre

Gelek deverên bakur û başûrê emerîka, Meksîk, hin herêmên Karîban (Karayîb).

Mêtingehên Ingilîstanê biguhêre

Bakur û başûrê Efrîqayê bi piranî biguhêre

-Somaliya Ingilîzan

-Misr (çemê Nîlê bi timamî dikeve bindestê ingilîzan)

-Nîjerya

-Uganda

-Sûdan

-Kenya

-Bechuanaland

-Rodezya

-Nysaland

-Hindistan

Mêtingehên Frensayê biguhêre

Di navbera salên 1919 û 1939an de Frensa bûye mêtingerê duyem û xaka di bindestê wê de ji 13.000.000 km²'yê bihuriye. Ev dike 8,7%'ê cîhanê. Bêhtir li dijî Ingilîstanê ber bi rojhilat û rojavayê Efrîqayê ve belav bûye (Ingilîstan ber bi bakur û başûrê Efrîqayê ve belav bûye.)

Li ser dîroka mêtingeriyê biguhêre

-Çîn û Japonan ber bi rojava ve belav bûne ji ber vê pêşiyê şerê Çîn û Japonê rû daye dûvre şerê Japon û Rûsyayê rû daye.

-Ji ber van polîtîkayan li Ewropayê jî şerê di navbera Ingilîstan û Frensayê de jî heft salan domiyaye.

-Emerîka piştî dibe Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê ango ji dewletên Ewropayê serbixwe dibe ew jî dikeve nav karwanê û dibe yek ji mêtingerên mezin.

-Piştî salên 1930/40/50yî pêla serbixwebûnê destpê dike û ev welatên mêtingeh yeko yeko serbixwe dibin. Lê hîna jî ji çanda dewletên mêtinger ji zimanê wan xilas nebûne.

-Xaleke din a girîng heye, ew jî welatê me Kurdistan e.

Kurdistan biguhêre

Kurdistan bûye mêtingeha çar dewletan çar dewletên dilxwede misilman. Di sedsala 21ê de hê jî Kurdistan mêtingeha tirkan, farisan û ereban e.

Çavkanî biguhêre

Binêre biguhêre