Mêşhingiv

(Ji Mêşa hingiv hat beralîkirin)
Mêşhingiv, mêşa hingiv
Mêşa hingiv (Apis mellifera) di nav toza gulan de
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Animalia
Filûm: Arthropoda
Çîn: Insecta
Kom: Hymenoptera
Binekom: Apocrita
Jorefamîle: Apoidea
(ne aşkera ye): Anthophila
Famîleyên mêşhingivan

Andrenidae
Apidae
Colletidae
Dasypodaidae
Halictidae
Megachilidae
Meganomiidae
Melittidae
Stenotritidae

Hevwate

Apiformes

Mêşhingiv, mêşa hingiv, moza hingiv an jî heng (bi soranî: mêşhengwîn) wek pîzpîzonkê (pîzang, kermêşê) ye lê rengê wê soringî ye. Gelek cureyên mêşhingivan hene û çendîn ji wan komên mezin ên zêdeyî 60.000 mêşên hingiv çêdikin.

Pêkanîna koma mêşhingivan biguhêre

Mîrê komeke mêşhingivan şaheng (diya mêşan, make) ye. Di her komekê de yek şaheng heye. Kom ji bi sedan mêşhingivên nêr û bi hezaran mêşhingivên karker jî pêk tê.

Kewara hingivê biguhêre

Cihê ku mêşhingiv lê hingiv datîne jê re kewar (kewarmêş, gurbe, pilûre, xelefk an pêtagê mêşan) dibêjin. Di kewaran de şaneyên hingiv ji şimayê çêdikin. Hingiv xwarina kurmikên mêşan e.

Hilberandina hingivî ya herêma Kurdistanê biguhêre

Li Kurdistanê mirov ji bo hingiv û şimayê mêşhingivan xwedî dike. Hilberandina hingivî ya herêma Kurdistanê di sala 2008an de ev bû:

Herêm Hijmara mêşvanan Hijmara kewanan Hilberandina hingivî (mt)
Hewlêr 4.002 52.366 147
Dihok 3.119 41.943 177
Silêmanî 6.657 72.326 289
Germiyan 551 3.680 15
Ko: 14.329 170.315 628

Galerî biguhêre

Çavkanî biguhêre

Girêdanên derve biguhêre

[[1] Ji bo hê pirtir agahiyên li ser mêşvanî û mêşhingivê]