Lezgistan (bi lezgînî: Лезгистан) navê welatê gelê lezgînan e. Lezgistan di bin tixûbên Rûsya û Azerbaycanê hatiye parçe kirin û li ser Zeryaya Qezwînê ye.

Nexşeya Lezgistanê (1728)

Dîrok biguhêre

 
Sînorên Lezgistana dîrokî

Dîroknasên yewnanî yên kevn, di nav wan de Herodot digotin ku miletek bi navê legoi li Albanya ya Qefqazê dijîn. Ji dîroknasên ereb ên sedsala 9-10an tê zanîn ku keyaniya bi navê Lakz hebû. Di sedsala 16an ve Lezgistan ketiye bin destê Osmaniyan piştre bin destê farisan. Destpêka sedsala 19an de Lezgistan ketiye bin destê rûsan û bi vê encamê li ser çemê Samûr hatiye parçekirin.

Rewşa siyasî biguhêre

Sala 1990 rêxistina siyasî bi navê "Sadval" (Yekîtî) hatibû afirandin, armanca rêxistinê yekîtî û azadiya Lezgistanê ye. Li Azerbaycanê hewldana asîmîlekirina wan heye.

Mijarên têkildar biguhêre

Girêdanên derve biguhêre

Çavkanî biguhêre