Kurhesinî[1] navê eşîreke li bakurê Gola Ûrmiyeyê ye. Kuresûnî bi esle xwe acem/azerî in/ne û hetanî sedsala 19an de tenê bi zimanê azerî axivîne[2]. Paşê xwe li eşîrên kurdan dikişînin, ji ber ku ev eşîr sûnî ye, eşîrên azerî yên din hemû şiî ne. Di despêka sedsala 20în de kurhesinî kurdize dibin û heya beşdarê serhildana Simko jî dibin[3]. Kurhesinî niha bi kurmancî diaxivin û xwe kurd dizanin.

Eşîra Kurhesinî
Agahiyên gelemperî
Ziman Kurmancî û Azerî
Herêmên dîrokî Dilmaqan
Belavbûn Dilmaqan
Wan
Wirmê
Xoy
Bawerî
Dîn Misilman (sûnî (şafiî))

Berbelavbûn

biguhêre

Hinek kurhesinî koçberê parêzgeha Wanê bûne. Ew jî niha li bajarê Wanê û Xoşavê dimînin. Ev şax bi kurdî û azerî diaxive. Li Wanê kurhesinî cîhcîh wek hemwateyî bi etnonîm azerî jî tê bikar anîn. Li rojavayê Xoyê, ji Razî, Qetûrê heta li ser sînorê di navbera Tirkiye û Îranê jî hene.

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ http://www.saradistribution.com/malbat.htm
  2. ^ Kurdica: Kuresuni, ji orîjînalê di 5 adar 2016 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 3 nîsan 2012
  3. ^ Iranica: Kora-Sonni