Kuvark
Kuvark (bi latînî: Fungus) curayekî kuvan e. Gelek texlîtên kuvarkan bi rengên cuda cuda hene. Heta hin ji wan hene ku jehrî jî di wan de heye. Her sal gelek kes bi van karokên jehrîdar dimirin.
Kuvark | |
---|---|
Pêk tê ji | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Karok li Kurdistanê di demsala biharê de li mêrg û terazinan şîndibin. Karok dema hêj nû ji binê axê derdikevin derva, gelek piçûk in, qurma wan zirav e û jora wan tar vedigire; girover dibe û keviyên xwe bi jêrê ve diwergerînin. Karok ji aliyê tara xwe ya binî ve, xetxetkî ye. Bihneke xweş jê tê û ji bo xwarina mirovan xwerekekî pir hêja, bi adan û nişa ye.
Cureyên kuvarkan
biguhêre- Dobelan
- Fisegur, fisê kûçikan (Lycoperdon sp.)
- Fîqeroş (Boletus edulis)
- Kuvarka biya (Pleurotus ostreatus)
- Kuvarka daran (Boletus edulis)
- Kuvarka kelema (Amanita sp.)
- Kuvarka kera (Coprinus comatus)
- Kuvarka kewaxa (Agrocybe aegerita)
- Kuvarka kinkor (Pleurotus eryngii)
- Kuvarka kûçika (Coprinus atramentarius)
- Kuvarka pûşî (Fomes fomentarius)
- Kuvarka rastan, kuvarka guhera, kuvarka mêrga (Agaricus campestris)
- Kuvarka sor (Amanita muscaria)
- Kimî (Agaricus bisporus)
- Pişo (Polyporaceae)
- Pozgolik
- Sing (Armillaria tabescens)[1]
Karok wek xwarin
biguhêreLi Cizîra Botan ev xwarin ligel kuvarkan tê çêkirin:
Bêjenasî
biguhêreKuvark yek ji peyvên kevin yê îndo-europî ye. Di zimanê farisî de hatiye guhartine lê di zimanê sanskrît dakavaka ye.[çavkanî hewce ye] Di kurdî da peyvên kuvk, kuvark û kevz û peyva sanskrît kavaka ji yek peyvê tên.[çavkanî hewce ye] Peyva kuvk wek küf derbasa tirkî jî bûye. Di devokên kurdî da ji bo bi kuvark gellek nav tên gotin. Ku yek li ev peyvan bi baldar binêre yê eleqeyên wan bi kuvarkê ra bîne:
Ji bo kuvark
biguhêre- Givkarik
- Guhik
- Kakevilk
- Karg (S)
- Karî
- Karîk
- Karkulîlk
- Karok
- Kimî
- Kivark
- Kivkarik
- Kiwark
- Kiyarek
- Kokevîl
- Kokowark
- Kufkar
- Kufkarik
- Kuvarik
- Kuvark
- Kuwarg (S)
- Kumik
- Qarçik
Ji bo kuvk
biguhêreJi bo kevz
biguhêreÇavkanî
biguhêre- ^ Prof. Dr. Abdunnasir Yildiz, Mamosteyê Zanîngeha Dîcleyê, "Beşik ji kuvarikê li herêma me digehîjin." Amed.