Dobelan
Dobelan, dumbelan, dûmelan | |
---|---|
Dabeşandina zanistî | |
Cîhan: | Fungi |
Parçe: | Ascomycota |
Binefilûm: | Pezizomycotina |
Çîn: | Pezizomycetes |
Kom: | Pezizales |
Famîle: | Tuberaceae |
Cins: | Tuber |
Cureyên dobelanan | |
Tuber aestivum |
Dobelan, doberan, dûberan], dumbelan an dûmelan, xwarineke wekî kartolan e. Lê tevî ku di bin erdê de hêşîn dibe, dîsa jî ne rehên wê hene û ne jî li ser rûyê erdê pelên wê hene. Li Kurdistanê bi piranî li serê qelaç û girên ku tu carî nehatine ajotin jixweber hêşîn dibin.
Ji bo dîtina dobelanan li Kurdistanê bi taybetî mirov radihîjin xilç an jî kêran û derdikevin lêgerîna dobelanan. Dobelan dema wekî kartolan di bin axê de çêdibin, diwerimin û axa ser xwe diterikînin. Ji wê terikandin û werma axê tê fêmkirin ku tiştek di bin de heye. Kesên ku li dobelanan digerin, xilç an jî kêra xwe li bin dixin û dobelanê derdixin ser rûyê erdê.
Xwarina dobelanan
biguhêreDobelan xwarineke wekî kuvarkan xweş e û piştî ku di nav rûn de hate qelandin tê xwarin. Lê mirov dikare bêyî ku biqelîne jî bixwe, xwê bike û bixwe.
Herêmên ku dobelan lê hêşîn dibin
biguhêreÇiyayê Qerejdax û herêma dora wî çiyayî. Dêrika Çiyayê Mazî û gundên dora wê. Qoser û gundên dora wê. Li Culemêrg û Qamişlokê jî çêdibe û jê re dibêjin dobelan.
Galerî
biguhêre-
Dobelana ji famîleya Terfeziaceae
Girêdanên derve
biguhêreEv gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |