Kosret Resûl, bi navê resen Ebdullah Resûl Elî, siyasetmedarekî kurd e.

Kosret Resûl
Jidayikbûn1952 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîIraq Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
Partiya Siyasî
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Ew di 1ê tîrmeha 1952an de li gundê Şîwaşok ya bi ser navçeya Koye ya bi ser Hewlêrê ve hate dinê. Sala 1968an xwendina seretayî li dibistana Îbnî Xelekan temam kiriye. Her li wê salê da pêwendî bi Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê û PDK ve kiriye. Sala 1974 navendî û paşnavendiyê li Hewlêrê temam kiriye. Sala 1975 bûye endamê navçeya PDK. Li dawiya meha îlona sala 1975 bi sedema şehîd Ebdulrezaq ve pêwendî bi Komele ve kiriye. Sala 1976 Peymangeha Kiştukalî (Çandinê) li Bulgaristanê qedandiye. Sala 1976 li Wezareta Bazirganî - Sayloya Hewlêrê bûye fermanber, çend pileyekî wergirtiye, bûye cîgirê Emîn Mexzen (Kogeh) paşê Emîn Mexzen û cîgirê birêveber

Yek ji wan pênc hevalan bûye ku di 24ê nîsana 1976an de li bajarê Kerkûk û li mala Mihemed Xurşîd Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê damezrand, ku ji Letîfî Şêx Umer, Reuf Akreyî, Şehîd Şiwan Elî û Mihemed Xurşîd pêkhatibû. Di 11 gulan 1977 de ji aliyê Heyey Xase (lîjneya Taybet) ve hate girtin, piştî wê tu nihêniyekî nîşannedaye, li îlona 1977 hatiye azadkirin. Sala 1980 bûye berpirsê rêxistina Komeleya Rêncberên Kurdistanê li Hewlêr. Sala 1981 bûye Endamê Serkirdayetiya navxoya Komele.

Sala 1984 û li konferansa sêya Komele da ji rêzbenda kesên hatin hilbijartin de rêza çarem de dibe Endamê Serkirdayetiya Komele û YNK Li 14 Eylula 1984 ji fermanberiyê tê veqetin û jiyana çiya û Pêşmergayetiyê hildibjêrê û dibê berpirsê malbenda sê ya Hewlêr ya Yekitiya Nîştimaniya Kurdistanê. Sala 1985 bi bordumana firokeyên helîkopter li Simaqulî bi sextî birîndar dibê.

Sala 1986 her du kurên wî Aras û Pêşrew li Simaqulî bi bordumana firokeyê şehîd dibin.

Piştî ku her du malbendên Sê û Çar ê Yekîtî yek digrin, dibe berpirsê malbenda nû ku bi malbenda sêya Hewlêrê tê naskirin. Li raperîna mezin ku sala 1991 ji aliyê bereya Kurdistanî ve serpereştiyarê rizgarkirina bajarê Hewlêr pê hatibû spartin li rizgarkirina bajarê Kerkuka Qudisa Kurdistanê da rolekî diyar û berbiçav dîtiye.

Sala 1991 dibe berpirsê Bereyê Kurdistanî li sînorê parêzgeha Hewlêr. Di salên 1991 û 1992 de berpirsê her du mekteba pêwendiyên derve û rêxistinên demokratik bûye. Sala 1992 bûye kargêrê mekteba siyasî û li yekem hilbijartina Parlemena Kurdistanê da bi Endamê Parlemena Kurdistanê tê hilbijartin. Sala (1993 heta 1996) dibê Serokê Kabîneya duyemê Hikûmeta Yekgirtiya Herêma Kurdistanê. Sala 1996-2001 bûye Serokê Encumena Wezîrên Hikûmeta Herêma Kurdistanê li îdareya Silêmaniye. Li sala 2001 bûye berpirsê Desteya Kargêriya Mekteba Siyasî YNK. Li sala 2006 ve wekî Cîgirê Yekemê Sekreterê Giştî YNK kar dike. Li damezrandina Serokayetiya Herêma Kurdistanê ve Posta Cîgirê Serokê Herêmê wergirtiye. Li adara 2012 cara duyem posta Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê wergirtiye. Bi dirêjahiya salên derbasbûyî bû nûnerayetiya YNK) û gelê Kurdistanê beşdarî çendîn kor û kongreyên navçe û navdewletî kiriye û karê dîplomatî encam daye.

Kosret Resûl niha cîgirê serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ye.[çavkanî hewce ye]

Çavkanî biguhêre