Konferansa Neteweyî ya Jinên Kurd

Konferansa Neteweyî ya Jinên Kurd pêkhatineke di navbera jinên kurd de tê lidarxistin e. Îsal duyemîn konferans li bajarê Hewlêrê li Başûrê Kurdistanê bi tevlîbûna gelek jinên ji her aliyên Kurdistanê û derveyî welat di 22'ê gulanê de destpê kir û sê rojan dom kir. Konferansa yekemîn a jinên kurd jî di 2010'an de li bajarê Bakurê Kurdistanê, Amedê hatibû lidarxistin.[1] Jinên kurd, di konferansê de, hem li ser pirsgirêkên xwe yên jinî nîqaş dane meşandin û hem jî li ser pirsgirêkên neteweyî û hem jî li ser zor û şîdeta ku dewletên weke ên Îran, Sûrî, Tirkiye ku li ser kurdan dikin jî hat axiftin.

Konferansa Yekem biguhêre

Konferansa Duyem biguhêre

Konferans di 22'ê gulanê de destpê kir û sê rojan dom kir.[2][3] Di konferansê de li gorî agahiyan dihate payîn ku 186 jinên ji Kurdistan û derveyî welat beşdar bibin. Ji wan delegeyan 78 yên ji Başûrê Kurdistanê, 55 ji Kurdistana Tirkiyeyê, 17 ji Kurdistana Sûriyê, 24 ji Kurdistana Îranê û 12 jin jî, ji welatên Ewrûpa ne.[4][5] Beriya konferansê jinên kurdên ji rojhilatê Kurdistanê ji sedemên nediyarbûna çawanî û parvekirina kursiyan aşkere kirin ku ew tevlî konferansê nabin. Jinên rêxisitnên ku tevlî konferansê nebûn weke li jêr in:[6][7]

  • Jinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
  • Jinên Komeleya Şoreşvanên Zehmetkêş ên Kurdistana Îranê
  • Jinên Partiya Demokrat a Kurdistanê
  • Jinên Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê
  • Jinên Yekîtiya Şoreşgerên Kurdistanê
  • Jinên Sazmana Xebat a Kurdistana Îranê
  • Jinên Partiya Serbestî ya Kurdistanê
  • Jinên Yekîtiya Demokratîk a Kurdistanê

Gotinên ji Konferansê biguhêre

  • "Şer di bin serweriya zilaman de pêk hatin, divê em ji bo aştiyê rola xwe pêk bînin." Parlemena Herêma Kurdistanê, Dr Çinar Saed[8]
  • "Konferansa me, bi serê xwe ji bo jina kurd bi serê xwe ronesansek e." Parlemena serbixwe ya Amedê, Leyla Zana[9]
  • "Ya ku Kurdistanê azad bike jî, dê jina kurd be.” Nûnera KADEP'ê, Yüksel Avşar.[10]

Encamnameya Konferansa Duyem biguhêre

Di dawiya konferansa duyem de li gorî gotûbêjan 8 xalên girîng weke encamnayê ji bo gelê kurd hatin ragihandin:[3]

  • Mafê gelê kurd e ,weke hemû gelên cîhanê biryar li ser diyarkirina çarenivîsa xwe bide.
  • Jinên kurd ji bo çareserkirina doza rewa ya gelê kurd li hemû beşên din ên Kurdistanê xebata xwe geş dike, bi awayekî ku her beşek li gor şert û mercên taybetî xwe bike.
  • Ji bo bingehdanîna civakeke demokratîk, azad û wekhevî; pêwist e temamên tevger, rêxistin û dezgehên jinan ên Kurdistanê bi berdewamî di nav têkoşînê de bin.
  • Em li ser amadekirina destûr û programên lêhatî yên ji bo damezirandina mekanîzmaya hevbeş ya ji bo hemû pirsgirikên jinan berdewam dibin.
  • Endamên konferansê ji bo azadkirina girtiyên siyasî yên kurd dawakarê pêşvebirina hemû hewlan e, ev jî erkekî ferz e ji bo biserxistina aramî û aştî li Kurdistanê û Rojhilata Navîn.
  • Konferans rêz li hemû xebatkarekî/e doza rewa ya kurd digre, bêyî cihêtiya îdeolojî û bîr û bawerî.
  • Konferans îdaneya kuştin û qirkirina hevwelatiyên kurd a hemû ciyekî û di bin her pasawêk be dike.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Sala 2012’an sala Yekitiya Kurdan e
  2. ^ Divê gelê Kurd çarenûsa xwe bi xwe diyar bike
  3. ^ a b Dawî li Kongreya Neteweyî ya Jinên Kurd hat, ji orîjînalê di 23 çiriya pêşîn 2012 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 25 gulan 2012
  4. ^ Jinên her 4 beşên Kurdistanê li Hewlêrê kom dibin[girêdan daimî miriye]
  5. ^ Konferana jinên Kurdistanê dest pê kir
  6. ^ Konferansa Duyemîn ya Neteweyî a Jinên Kurdistanê destpêkir[girêdan daimî miriye]
  7. ^ a b Jinên 8 partî û rêxistinên rojhilatê Kurdistanê tevlî konferansa jinan nabin
  8. ^ Ulusal Birlik' için ortak irade (bi tirkî)
  9. ^ VÎDYO: Axaftina Leyla Zana ya li Konferansa Jinên Kurd!
  10. ^ Nunera KADEPê Avşar: Jina Kurd dê Kurdistan azad bike