Komeleya Ehmedê Xanî

Komeleya Ehmedê Xanî di dîroka 01.02.2013'an de li Bakurê Kurdistanê bajarê Rihayê ji aliyê çend kesên kurdperwer ên dilsozên Ehmedê Xanî ve hate avakirin.

Navê komeleyê ê bi tirkî Uluslararası Ahmed-i Hani Toplum Araştrmaları Merkezi Derneği û bi kurdî jî Komeleya Ehmedê Xanî ya Navenda Lêkolînên Civakî ya Navneteweyî ye.

Armanca vekirina Komeleya Ehmedê Xanî bi taybetî li Rihayê li tevahiya Kurdistanê xizmeta ziman û çanda gelê kurd e. Komele dixwaze di nav civaka kurd de felsefeya Ehmedê Xanî ya Dewletbûnê belav bike û gelê kurd li fikra Ehmedê Xanî ya Dewletbûnê xwedî derkeve.

Di nav rêvebir û endamên Komeleya Ehmedê Xanî de 5 mamosteyên zimanê kurdî hene û herwiha li bajarên Enqere, Mêrdîn, Diyarbekir, Şirnex û Stembolê jî endamên wê hene.

Komele xizmetên xwe zêdetirî bi dayîna qursên zimanê kurdî dimeşîne. Di sala 2016an de di dîroka Rihayê de yekem car dersên kurdî dane Baroya Rihayê û gelek parêzer beşdarî qursa zimanê kurdî bûn. Herwiha heta niha li ser mijarên siyasî û çandî di derheqê gelê kurd de gelek rapor amade kirine.