Koma Wetan yekemîn koma 'rock a kurdî' ye.

Portre biguhêre

Kom di sala 1973an de ji aliyê 4 ciwanên kurd ên Qefqasyayê (îro: Gurcistan) ve hate damezirandin. Piştî xebatên amator ciwan biryar didin ku komenê dadimezrînin û li ser dikê muzîka xwe pêskêşî gel bikin. Kom di destpêka kariyera xwe de helbestên helbestvanên kurd ên Qefqasyayê - wekî Mîkaîl Reşît, Karlînî Çaçan, Eliyê Îsko, Ordixanê Celîl û Latifî Husret - werdigerîne stranan.

Endamên komê biguhêre

Kerem Gerdenzerî 6 adar 1952 li bajarê Tibîlîsî li Gurcistan ji dayik bû. Kurdê êzidî ye. Wî li zaningeha muzikê beşa Bas Guitar xwend û di sala 1976an de digel sê hevalên din Koma Wetan ava dike. Ew neha jiyana xwe li bajarê Moskoyê (Rûsya) berdewam dike.

Damezrandina rocka kurdî biguhêre

  Gotara bingehîn: Rocka kurdî

Di sala 1978an da televîzyona neteweyî ya Gurcistanê komê dawetî festîvaleke muzîkê dike û kom bi vî rengî xwe ji cîhanê re dide nasîn. Di wê demê de kişandina albuman dijwar be jî, kom biryar dide ku wê albumekê amade bike. Lewra amadekirina yekemîn albumê bi salan diajo û li hemberî qedandinê albûm berî Perestroika yê dernakeve piyasê. Navê yekemîn albuma komê 'Azadî' dibe û di sala 1979an de tê weşandin. Îro ev albûm wekî yekemîn albuma rocka kurdî tê qebulkirin.

Di sala 1991an de koma Wetan belaw dibe, lê Kerem Gerdenzerî xebatên xwe yên muzikê berdewam dike.

Girêdanên derve biguhêre