Kerem Tahar Gerdenzerî

(Ji Kerem Gerdenzerî hat beralîkirin)

Kerem Tahar Gerdenzerî muzîkvanekî kurd ê ezdî ye ku di 6ê adara 1952an de li bajarê Tiblîsê (Gurcistan) hatiye dinyayê. Bavê wî Taharê Hacî Gerdenzerî, dayîka wî Redîfa Nacîvbeg Reşî bû.

Kerem Gerdenzerî
Kerem Tahar Gerdenzerî
Jiyan
Jidayikbûn6ê adara 1952an (72 salî)
Tiblîs Gurcistan
Cureyê muzîkêMuzîka Rock a kurdî
AmûrBasgîtar, vokal
biguhêreBelge

Basgîtarîst Kerem Gerdenzerî li dibistana muzîkê hîn bûye. Ew yek ji dahênerên koma muzîka nûjen a bi navê Koma Wetan e.

Çêkirina koma Wetan biguhêre

Ew di 1974an de çêdike koma kurdî ya muzîka modern. Sazbendê komê hev dahatin guhastin heta tîva 1976. Navê komê danîn Koma Wetan.

Sazbendê Koma Wetan biguhêre

Koma Wetan hertim derdket konkûrsa her wisa ji festîvala, kîjan derbas dibûn di Gurcistanê.

Tîva 1977 “Wetan” bû lauryatê konkûrsa “Stranên modêrn”.

Repertuara Koma Wetan biguhêre

Repertuara Koma Wetan da xêncî arence strasnên kurdî yên gelerî cî girtibûn stranên K. Gerdenzerî.

Tîva 1990 li fabrîka Aprêlêvskî Ordêna Lênîn hate çapkir albûma Koma Wetan, lê fonograma wê albûmê hatibû nivîsandin sala 1979 bi fîrma “Mêlodîya” di bajarê Tibîlîsî.

Tîva 1991 Koma Wetan hev belabû. K. Gerdenzerî sala 1992 de derbasî Moskvayê bû.

Sala 1996 - 1998 K. Gerdenzerî dixebite ser albûma nû - Azadî, bi alîkariya Lêonîd Atabêkov, Nîkolay Şêstov û Alêksandir Vorobyov.

Sala 1999 - 2001 K. Gerdenzerî çêdike alboma nuh "Hewar". Her wisa jî di wê salê derdkive alboma "Sitranên Kerem T. Gerdenzerî bi Orkestor".

Sitranên hilbijartî ji albûmên Kerem T. Gerdenzerî derket sala 2002.

Albûm biguhêre

  • Bayê paîzê (1979)
  • Azadî (1998)
  • Hewar (2001)
  • Sitranên Kerem T. Gerdenzerî bi Orkestor (2001)
  • Sitranên hilbijartî ji alboman Kerem T. Gerdenzerî (2002)

Girêdanên derve biguhêre