Koma Civakên Kurdistanê
Koma Civakên Kurdistanê bi kurtasî KCK, rêxistineke sîwan e ku di çarçoveya konfederalîzma demokratîk de ji aliyê Abdullah Öcalan ve hatiye teorîzekirin. Di bin sîwana KCKê de wekê Partiya Karkerên Kurdistanê, Partiya Yekîtiya Demokratîk, Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê û Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê hene ku wekê partiyên siyasî yên konfederalîst ên demokratîk in ku di nava KCKê de têne pênasekirin. Ev her çar partî di nava KCKê de nûnertiya her çar perçeyên Kurdistanê Bakurê Kurdistanê, Rojavayê Kurdistanê, Başûrê Kurdistanê û Rojhilata Kurdistanê dikin. Koma Civakên Kurdistanê di 20ê adara sala 2005an de hatiye damezrandin.
Koma Civakên Kurdistanê | |
---|---|
| |
Dema avabûnê | |
Serok | |
Cihê baregehê | |
Îdeolojiya siyasî | Konfederalîzma demokratîk |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Koma Civakên Kurdistanê di despêkê de bi navê Koma Komelên Kurdistanê hatiye damezrandin. Di 5em Lijneya Giştî ya Kongreya Gel ku di 16 û 22ê gulanê de li qadên gerîlayan pêk hatiye navê Koma Komalên Kurdistanê hatiye guhertin navê rêxistinê wekê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) hatiye guhertin.
"Rêberê" Koma Civakên Kurdistanê Abdullah Öcalan e û hevserokên konseya rêveberiya Koma Civakên Kurdistanê Besê Hozat û Cemîl Bayik e. Kongra Gel wekê meclîsa Koma Civakên Kurdistanê tê dîtin.
Awa
biguhêrePeymana Koma Civakên Kurdistanê di xala 11an de desthilatdariya herî bilind a rêxistinê wiha destnîşan dike:
Damezrîner û Rêberê Konfederalîzma Civaka Demokratîk a Kurdistanê Abdullah Öcalan e. Ew teorîsyenê felsefî, teorîk û stratejîk ê demokrasiyê ye ku li ser bingeha ekolojî û azadiya zayendî ye. Ew saziya rêbertiyê ye ku di her qadê de tevahiya gel temsîl dike. Serpereştiya siyaseta bingehîn a jiyana azad û demokratîk a gelê Kurdistanê dike û di mijarên bingehîn de biryara dawîn e. Kongra Gel li ser xeta şoreşa demokratîk, ekolojîk û azadiya zayendî çavdêriya biryarên Lijneya Giştî dike. Serokê Meclîsa Rêveber destnîşan dike. Di derbarê mijarên sereke de biryarên Meclîsa Rêveber dipejirîne.
Tevî ku Abdullah Öcalan serokê komê ye, ji ber girtina wî, rêxistin ji aliyê meclîsa bi navê Kongreya Gelê Kurdistanê (Kongra-Gel) ve tê birêvebirin. Hevserokên Kongra Gel Remzî Kartal û Hacer Zagros in.[1] Meclîs rêvebiriya konseya Koma Civakên Kurdistanê ku ji 31 kesan pêk tên hildibijêre. Serokê yekem ê konseya rêvebiriyê Murat Karayilan û Cemîl Bayik jî cîgirê konseya rêvebiriyê bû.[2][3] Di Civata Giştî ya Partiya Karkerên Kurdistanê ya tîrmeha sala 2013an de rêveberiya Koma Civakên Kurdistanê ji nû ve hate avakirin. Li cihê erka kevin a yek serokatiyê, sîstema hevserokatiyê ya dualî hate bicihkirin ku yek ji bo serokekê mêr û ya din jî ji bo serokeke jin hatiye diyarkirin.
Cemîl Bayik û Besê Hozat wekê hevserokên cihên nû yê Koma Civakên Kurdistanê hatine hilbijartin û Murat Karayilan jî dibe fermandarê giştî yê Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê çekdarî yê fermî yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye.[4] Lijneya Serokatiyê ji 6 endaman jin û mêr bi hêjmara wek hev pêk tên ku Cemîl Bayik, Sozdar Avesta, Murat Karyılan, Mustafa Karasu, Bese Hozat û Elîf Pazarcik endamên Lijneya Serokatiyê ne.[1]
Çend beşên Koma Civakên Kurdistanê hene ku ev beş ji navenda îdeolojîk, navenda civakî û çandî, navenda siyasî, navenda ekolojiyê, navenda aborî û navenda civaka azad pêk tên.[5] Di her navendekê de gelek komîte hene ku ji bo cîbicîkirina biryarên Kongra-Gel berpirsyar in.[5] Her wiha navendeke xweser a Parastina Gel jî heye.
Dîrok
biguhêreYekem car fikra Koma Civakên Kurdistanê di 5emîn Kongreya Kongra Gel (Kongra Gelê Kurdistan) de ku di gulana sala 2007an de li Qendîlê pêk hatiye. Di kongreyê de hatiye pêşniyarkirin ku rêxistineke nû were avakirin ku cihê Koma Komelên Kurdistanê (KKK) bigire ku ji sala 2005an û vir ve hebû. Koma Komalên Kurdistanê di 3em Kongreya Kongra-Gel a li Qendîlê de di gulana sala 2005an de bi beşdariya 236 delegeyan li gorî feraseta konfederalîzma demokratîk a Öcalan hatibû avakirin.
Di 5em Kongreya Kongreyê Gel de ku gulana sala 2007an de ku li Qendîlê hatiye lidarxistin bi beşdariya 213 endamên nûner ên kurdên Bakurê Kurdistanê, Rojhilata Kurdistanê, Başûrê Kurdistanê, Rojavayê Kurdistanê û nûnerên kurdên derveyî navê Koma Komelên Kurdistanê wekê rêxistineke nû vediguhêze Koma Civakên Kurdistanê.
Îdeolojî
biguhêreFelsefeya Koma Civakên Kurdistanê di peymannameya ku Kongreya Gelê Kurdistanê (Kongra-Gel) di 17ê gulana sala 2005an de qebûl kiriye hatiye nivîsandin.[6] Peymanname ji aliyê serokê Partiya Karkerên Kurdistanê Abdullah Öcalan ve di 20ê adara sala 2005am de hatiye nivîsandin.[6] Öcalan destnîşan kiriye ku pêwîstiya konfederalîzma demokratîk heye û wiha berdewam kiriye:
Konfederalîzma demokratîk a Kurdistanê ne sîstemeke dewletî ye, sîstema demokratîk a gelên bê dewlet e ... Hêza xwe ji gel distîne û di her warî de ku di nav de aborî jî heye armanc dike xwebixwe têre xwe bike. Konfederalîzma demokratîk tevgera gelê Kurd e ku demokrasiya xwe ava dike û sîstema xwe ya civakî bi rêxistin dike ... Konfederalîzma demokratîk îfadeya yekîtiya demokratîk a gelê kurd e ku bûye çar parçe û li cîhanê belav bûye ... Li şûna neteweya neteweperest-dewletparêzên li ser sînorên hişk, (têgîna) neteweya demokratîk pêş dixe.
Abdullah Öcalan ji bo Koma Civakên Kurdistanê li pêkanîna “demokrasiya radîkal” xwedî derketiye.[7] Serokê berê ya Koma Civakên Kurdistanê Murat Karayılan piştî Öcalan di pirtûka xwe ya bi navê Anatomiya şerekî de konfederalîzma demokratîk nirxandiye:[8]
Alternatîva sîstema konfederalîzma demokratîk ragihandineke xweserî ya serbixwe ye. ... Divê civak serbixwe be, netewe jî serbixwe be. Lê divê armanca sereke ew be ku netewên serbixwe bi hev re û li ser esasê wekheviyê, di nava sîstemeke konfederal de civakeke neteweya demokratîk ava bikin ... Ev pergaleke hevkariyê ye ku tê de çandên cûda dikarin bi hev re bijîn. Armanc "yekîtiya edaletê û îradeya azad" e.
Îdeolojiya konfederalîzma demokratîk bi giranî xwe dispêre teoriyên şaredariya azadîxwaz, ekolojiya civakî û komunalîzmê ku ji aliyê anarşîst û fîlozofê siyasî yê amerîkî Murray Bookchin ve hatine pêşxistin ku Öcalan berhemên wî di destpêka salên 2000î de dema di girtîgehê de ji bo tevgera kurd xwendiye û adapte kiriye. Öcalan xwe wek “xwendekarê” Bookchin bi nav kiriye. Dema ku Bookchin di sala 2006an de koça dawî dike Partiya Karkerên Kurdistanê jî ramanwerê A amerîkî Murray Bookchin wekê “yek ji mezintirîn zanyarên civakî yên sedsala 20an” bi nav kiriye.[9]
Çavkanî
biguhêre- ^ a b "KCK (Union des communautés du Kurdistan), une alternative à l'Etat-nation – Amitiés kurdes de Bretagne" (bi fransî). 20 tîrmeh 2013. Roja gihiştinê 20 çiriya paşîn 2024.
- ^ "Deze domeinnaam is via de veiling van DomainOrder.nl geregistreerd". azady.nl. Roja gihiştinê 20 çiriya paşîn 2024.
- ^ "Zübeyir Aydar: 'Military operations are going to begin'". web.archive.org. 3 kanûna paşîn 2011. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 3 kanûna paşîn 2011. Roja gihiştinê 20 çiriya paşîn 2024.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ "PKK Changes Leadership - Al-Monitor: the Pulse of the Middle East". web.archive.org. 22 sibat 2014. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 22 sibat 2014. Roja gihiştinê 20 çiriya paşîn 2024.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ a b Saeed, Seevan (2017). Kurdish politics in Turkey: from the PKK to the KCK. Routledge studies in Middle Eastern politics. London New York: Routledge, Taylor & Francis Group. ISBN 978-1-138-19529-5.
- ^ a b "Declaration of Democratic Confederalism in Kurdistan - Free media library". web.archive.org. 29 îlon 2016. Ji orîjînalê di 29 îlon 2016 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 21 çiriya paşîn 2024.
- ^ "Is the KCK a party, an organization or an alternative state structure?". web.archive.org. 10 çiriya paşîn 2011. Ji orîjînalê di 10 çiriya paşîn 2011 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 21 çiriya paşîn 2024.
- ^ "www.gundem-online.net". archive.ph. 21 hezîran 2009. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 21 hezîran 2009. Roja gihiştinê 21 çiriya paşîn 2024.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ "Bookchin, Öcalan, and the Dialectics of Democracy | New Compass". web.archive.org. 1 nîsan 2016. Ji orîjînalê di 1 nîsan 2016 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 21 çiriya paşîn 2024.