Kobrayê çolê
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Animalia
Filûm: Chordata
Binefilûm: Vertebrata
Çîn: Reptilia
Kom: Squamata
Binekom: Serpentes
Famîle: Elapidae
Binefamîle: Elapinae
Cins: Walterinnesia
Lataste, 1887
Cure
  • Walterinnesia aegyptia
  • Walterinnesia morgani
Hevwate

Atractaspis wilsoni
Naja morgani

Kobrayê çolê (Walterinnesia aegyptia0

Kobryê çolê (Walterinnesia), cinsek marên jehrî ji famîleya marên mertalê an Elapidae.[1]

Şayes biguhêre

Dirêjiya kobrayê çolê derdorî 0.5 m, lê carinan digihîje 1.3 m.

Belavbûna erdnîgarî biguhêre

Kobrayê çolê xweciyê Rojhilata Navîn e. Kobrayê çolê (Walterinnesia aegyptia) li welatên Misr, Libnan, Urdun, Îsraîl û bakur-rojavayê Erebistanê Siyûdî têne dîtin. Belkî li rojavayê Sûrî werê dîtin. Heger li hinek deverên Kurdistanê li Tirkiye hebe.[2]

Jîngeh biguhêre

Kobrayê çolê li gelek cureyên baybanan dijîn. Kobrayê çolê nêzî warên mirovan têne dîtin bi taybetî li cotegehan.

Reftar biguhêre

Kobrayê çolê çalakgera şevê ye. Kobrayê çolê dikane nêçîra xwe bi hêza jehrê bikuje.

Parêzî biguhêre

Kobrayê çolê dikane qirtîş, apik, sûsmar, marên din, beqê axê,mişk û balindeyan bixwe.Kobraya çolê carinan cendekê mirî dixwe.

Jehr biguhêre

Cinsê kobrayê çolê gelek jehrî ye. Binepelika (LD50) ji bo jehrê ya cureyê W. aegyptia qasî 0.4 mg/kg. Ji bo berhevdanînê, binepelika Kobrayê Hindê (naja naja) ango (LD50) ji bo jehrê, qasî 0.80 mg/kg,lê Binepelika Kobrayê saqodar (naja nivea) ango (LD50) ji bo jehrê, qasî 0.72 mg/kg. Ev sedema xurtbûna jehrê kobrayê çolê ye.[3]

Çavkanî biguhêre

  1. ^ ITIS (Desert Black Snake)
  2. ^ Ugurtas I. H., Papenfuss T. J., and Orlov N. L. (2001), New record of Walterinnesia aegyptia Lataste, 1887 (Ophidia: Elapidae: Bungarinae) in Turkey,” Russian Journal of Herpetology, 8: 239 – 245
  3. ^ "LD50 Menu". Ji orîjînalê di 1 sibat 2012 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 12 tîrmeh 2013.

Girêdanên derve biguhêre

  Li Wikimedia Commons medyayên di warê Kobrayê çolê de hene