Kobanî[1] romaneke ji hêla Jan Dost ve bi kurdî hatiye nivîsandin û sala 2017an weşanxaneya Darayê ew li Stembolê çap û belav kiriye. Roman di eynî demê de bi erebî jî hatiye nivîsandin û sala 2018an li Tûnisê derket.

Çapa kurmancî nêzîkî 450 rûpelan e, tê de behsa jiyana malbatekê ji Kobanî dibe. Bi vegotina jiyana endamên vê malbatê re mirov tarîxa Kobanî jî nas dike, ji avakirinê de, berî bêtirî sed salî heta şerê efsaneyî yê ku li dijî Daişê sala 2014an qewimî. Ev malbata ku roman behsa wê dike temsîla milletê kurd li Rojavayê Kurdistanê dike, roman hûrgiliyên jiyana her yekî ji malbatê dibêje, wek mînak Baranê mûzîsyen, Lewendê pêşmerge, Rewşena YPJ, Metînê gerîlla, Mihemedê wek kesekî ji rêzê, Xedîceya ku koçberî Ewropayê dibe û hin kesayetiyên din.

Di nav re, nivîskar wek gerreke fantazî jî berê xwe dide Kobaniyê, bajarê xwe yî ku ji 15 salan de ew nedîtiye, diçe kolana ku lê jidayik bûye û jiyaye, dibîne ku hemî wêran bûye, hîç kesek li wî bajarî nîne, tenê kavil û wêranî hene.

Ev roman behsa berxwedana keç û xortên kurdan jî dike, ku çawa bi şerê li dijî hêza tarî Daiş dengê wan li tevaya cîhanê belav bû û Kobanî bû sembola berxwedana li himber hovîtiyê.

Romana Kobanî hatiye wergerandin bo farisî û soranî.

Çavkanî biguhêre