Kirdas an kirdaş navkirina kurdên kurmancîaxiv ji aliyê kurdên kirmanc e.

Kemal Badillî û Ziya Gökalp diyar dikin ku kurdên bi zimanê romiyan ve zaza têne binavkirin xwe wek kurdên eslî dibînin û ji kurdên din (kurmanc) bi zarê xwe ve kirdas dibêjin. Badillî dibê kirdas bi romî tê wateya "kürtçük", kurdik. Etnînom (navê gel) kirdas ji du heceyan kird + as tê qewimîn. Beguman peyva kird, ya ku navkirina xwemalî ya kurdên dimîlîaxiv li Amedê ye, bi rêya asîmîlasyona dengî ji kurd hatiye piraştin. Etîmolojiya paşgira -as di tariyê de be jî, gorî vê teoriyê pêwîst e ku ev paşgira biçûkkirinê be.[1] Tezeke din dibêje ku kirdas navê eşîreke kurdên kurmancîaxiv bûye û navê vê eşîrê hatiye dayin ji bo kurdên kurmanc. Heya îro jî eşîreke biçûk bi navê kirdas li Pilûra Dêrsimê heye.
Di civaka kurdên elewî ya Dêrsimê de navê kurdan yê herêmî kirmanc e. Kirmanc, axivên herdû serzaravayên kurdî, kirmanckî û kurmancî, hemû kurdên elewî ne. Kirmanc referansa nasnameya pevrayî ya kurdên elewî ye. Herwiha him tê wateya elewîtî him jî ya kurdîtî ye. Di vê kontekste de yek ji binkategoriyan a kirdas e. Kirdas kirmancên kurmancîaxivin. Zaravaya wan wek kirdaskî tê binavkirin. Di hejmartina gelhê ya di sala 1965an 42 kesan zimanê xwe wek kirdaskî agihandibûn.[2]

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Kird, Kurdica, ji orîjînalê di 18 îlon 2012 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 16 hezîran 2012
  2. ^ Kirdas, Kurdica, ji orîjînalê di 10 tîrmeh 2009 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 16 hezîran 2012