Karl Gustav Jung
Karl Gustav Jung, yek ji hîmên derûnnasiya nûjen e. Li Kesswil a Swîsre yê di 26ê tîrmeh 1875 ´î de ji dayikbûye. Di sala 1900 ´î de wekî derûnbijîşk dest bi kar dike. Bala wî bûyerên mîtolojîk, jiyana bi hezaran salan berê ya mirovan dikişîne. Ronakbîrekî sedsala 20emîn tê zanîn, Carl Gustav Jung.
Karl Gustav Jung | |
---|---|
Navê rastî | |
Jidayikbûn | 26 tîrmeh 1875 |
Mirin | 6 hezîran 1961 Küsnacht |
Sedema mirinê | Stroke (Sedemên sirûştî) |
Cihê goristanê | Küsnacht Cemetery |
Hevwelatî | Swîsre |
Perwerde | |
Pîşe | |
Xebat | |
Hevjîn | |
Dê û bav | |
Xizm | |
Xelat | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Di derûnînasiyê de deriyên nû vedike. Întroversiyon û ekstroversiyon, arketîp, sih, anîma, anîmûs, binhişê hevpar hwd. Herwekî Jung li ser wêje û teologiyê jî xebatên têr zîrekî dike. Ew jî wekî Sigmund Freud teknîka şîrovekirina xewnan bikartîne. Lê Jung şopa kûraniya xewnan di jiyana mirovahiyê ya demên panteîstîk de digere. Gorî wî, pêşketina mirov a bi deh hezaran salan di laş û kesayetiya mirov de hin rêçan hiştiye û dihêle. Bo mînak mirov ji avê hezdike, lewra jiyan ji deryayê destpêkiriye. Mirov ji daran û daristanan hezdike, lewra bi deh hezaran salan di daristanan de jiyaye hwd.
Jung kesayetiya duyemîn an jî siya kesayetiya mirov jî aşkera kiriye. Mirov di binhişara xwe de kesayetiyeke bi giştî berevajî kesayetiya xwe dihewîne. Bo mînak heger mirov keseke pirr zalim be di siya kesayetiya xwe de dilnerm e. Heger mirov pirr dilnerm be, di siya kesayetiya xwe de zalim e. Divê mirov siya xwe nasbike. Divê mirov siya kesayetiya xwe derîne hişarê. Heger baş nasneke, analîz neke ew ê her û her tevlîheviyên negatîn ên ku di binhişarê de ne, bandora xwe li kesayetî û jiyana mirov bike.
Jung di 6ê hezîran 1961 ´î de li Küsnacht a Swîsre yê jiyana xwe jidestda.