Arketîp, bi grekî tê wateya dîmenên dîrokkevn. Fîgûr, drûv, qalibên fêrbûyî yên ji demên pirr kevn hatine û di binhişarê de cih digirin in. Evana qalibên dînamîk in û bandora xwe li hişarê dikin.

Zarok van sîmbolan ji çîrokan, stranên dengbêjiyê, ji destanên lehengî, ji sirûdan hwd werdigire. Dîmenên lehengan di mejiyê wê de bicihdibe. Herçendî bandora wan li hişarê hebin jî, hêj bi giştî derneketine asta hişarê ango nerealîst in û mirov haj jê nîne. Arketîp dikarin pozîtîv an negatîv bin. Lehengên ku mirovahiyê diparêzin an wampîrên ku xwîna mirov dimijin.

Di çandên ku kûltûra devkî pirr zêde pêşketiye yan di aliyê mîtosan de pirr dewlemend in bandora arketîpan ji gelek in. Bo mînak Kurd , Tîbetî , Çînî , Çeçen , Hîndîstanî hwd. Li Ewropa jî arketîpan xwe wekî astrologî , alşemî , estetîk hwd daye der. Arketîp xwe di zanîstiya Kognîtîv Psîkolojî , lêkolînên mejî, evolutîon , etnologî , lêkolînên xewnan hwd de jî nîşandide. Ango kesên bi van zanîstiyan re bilî dibin gorî Carl Gustav Jung di aliyê arketîpan de dewlemend in.

Rola arketîpan him pozîtîv e ku zanîstiyan pêş dixe û him jî negatîv e ku zanîstiyan ji realîzmê dûr dixe. Divê mirov rola wan nas bike û bi erênî bikarbîne.