Kaniya Mezin

Gundekî Heskîfa Batmanê

Kaniya Mezin an jî Kanîmezin (1946: Kanimezzin [sic]; bi tirkî: Soğucak), gundekî girêdayî navçeya Êlihê Heskifê ye ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye valakirin[çavkanî hewce ye].

Kaniya Mezin
Soğucak
Kaniya Mezin li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Kaniya Mezin
Kaniya Mezin
Koordînat: 37°41′8″Bk 41°36′18″Rh / 37.68556°Bk 41.60500°Rh / 37.68556; 41.60500
WelatBakurê Kurdistanê
DewletTirkiye
ParêzgehBatman
NavçeHeskîf
NahiyeHeskîf (navend)
Bilindahî
885 m (2904 ft)
Nifûs
 (2012)
40[1]
Koda postayê
72350
Koda telefonê(+90) 488
Map
biguhêreBelge

Dîrok biguhêre

Kaniya Mezin gundekî dîrokî ye. Girêdayiyê Heskîfê ye. Pir kevn e; ji berî Heskîfê de hebûye.

Ezbeta gundê Kaniya Mezin biguhêre

Yasîn, Ramazan, Ahmid û Tahir kurê Ferman in; Usîv, Brahîm, Remezen, Hecî, Hesen, Xelîl û Ferman kurê Ahmid in; Ahmid kurê Hesen e, Hesen kurê Osman e, Osman kurê Silêman e, Silêman kurê Hesen e, Hesen kurê Silêmman e, Silêman kurê Xelîd e, Xelîd kurê Cafer e, Cafer, Mucteba, Hıdır, Seyfedîn, Gohreş, Kesim û Xelîl ew heft bira gund bi wan hatine nav kirin kurê Elî ne. Elî ji Şêx Şamera Sûrî ye eslê wî Ereb e.

Erdnîgarî biguhêre

Di navbera sinê avzêmê, sinê girê berana, sinê mêşê û lata kelehê de di nîvê newalê de ye. Li bakûrê çiyayê Mava dikeve. Gundekî wusan e ku bi dara hatiye xemilandin. Rezê tirî, hêjîr, arung... têde gelek in. Ava gund bol e. Kaniya gund kaniyeke esîl e. Ava wê zivistanê germ û havînê cemidî ye. Gundên dora wê Mebiya, Alînê, Xanika Seyida Heştwan, Berdahol, Sîra û Xerbekûr in. Sînorên çiyayê wê pir fereh e. Çiyayê wê gelek asê ye, bi dar û bere û gelek şikeft tê de hene. Kelha wê keleke dîrokî ye. Hê lêkolîn lê netine kirin. Jiber wî jî nayê zanîn bê ka ji teref kî de hatiye avakirin. Gund 5 km nêzî çemê Dîcleyê ye.

Gelhe biguhêre

Gundekî şên bû. Berî ku xera bibe 600-700 kes lê dijiyan. Piştî vegara gel anha gelhe li derûdora sediye. Di gel ku koka teva yeke jî bûne heft bavik. Tev de pismamên hev in. Gel debara xwe bi xwey kirina sewalan û firotina tirî û hêjîran dike.

Rewşa Hewayê biguhêre

Havîna hênik e. Zivistana sar e û bi şilî derbas dibe.

Çavkanî biguhêre

  • Hemwelatî Hemdinê kurê Hacî Huseynê ji malbata Ferman.