Kamiran Haco
Kamiran Haco nivîskarekî kurd e ku di sala 1959an de, li Tirbespiya binxetê hatiye dinyayê. Xwendina seretayî, navendî û amadeyî li Tirbespiyê û Qamişlo temam kir. Sala 1983an xwendina endezyariyê beşê Mekanîk li zanîngeha Helebê qedand...
Ji destpêka salên 1990î ve, wî dest bi nivîsandinê kiriye. Di kovar û rojnameyên wek: Gelawêj, Gurzek Gul, Stêr, Xunav, Metîn, Armanc, Pirs, Deng, Medya Güneşi, Çira û Nûdemê de nivîsî ye.
Ji dawiya sala 1997an ve li Swêd dijî û niha di redaksiyona kovara Rastî de dixebite.
Di sala 1977an de pirtûkeke wî ya kurteçîrokan bi navê Kelevajî di nav Weşanên Avestayê de derketiye.
Çavkanî
biguhêre
Ev gotara ji bo nivîskarekî kurd şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |