Armanc, deme ku Mirov di temenê hizrekê û Bawerîyekê de tiştek kira serê xwe de ji bo kirin û bicih haninê ya. Armanc, ji bo plan û bernama, Pêdivî bi pê heya. Rêya ku mirov têre diçê, ku li pêşîya mirov ku di serê mirov kifşa ku mirov wê herê û bigihê çi. Armanc, weke gotinaka ku felsefik jî, li ser pirr hatiya danûstandin. "Armanca kirinê", "armanca bûnê" û hwd, çend ji wan gotinên ku dihên bi karhanîn. Heta roja me jî, di serê Filosofan de, li ser "armanca jîyanê" hizir hatina meşandin. "Ji ber çi jîyan bûya?", Ev pirs, weke Pirseka ku pirr mazin li pêşîya hizirvanan a lê hertimî, bêbersiv maya. Herikîn felsefik ên Îdealîst, bi hebûn gotina Xwûdê re armanc hanîna ser ziman. Di felsefên herikîna Metalyalîst de jî, têgihiştin û hizreke "ji xwe re bûnê" afirîya û hatiya ser ziman. Li ser fahmkirina armancê, bi vê yekê, mirov karê bêje ku pirr hizir hatina ser ziman. Minaq, rêxistinek, deme ku armancek danî pêşîya ji bo kirinê, wê li gor wê Plan û Bernema xwe çê bike û fikrê xwe dêne li holê. Minaq, weke hevokeke ku em weke şablomê ji bo gotina armancê bi kar bênin weha em karin ava kin, "gelê kurd, ji bo ku bigihijê azadiya xwe Çalakîyên xwepêşandanan li dar dixe." Bi vê yekê re, armanc, tê ser ziman. Li gorî felsefe û têgihiştina armancê, hertişt bi armanc re tê û dibe.