Jose Ortega y Gasset
José Ortega y Gasset fîlozofê spanî (jdb. 9ê gulana 1883an − m. 18ê çiriya pêşîn a 1955an, li Madrîdê), xwendina xwe li Madrîdê û li zankoyên almanan kiriye. Di sala 1910an de li bajarê xwe yê Madrîdê bû mamosteyê metafizîkê. Wî bi kovar û nîvîsên xwe hewl da ku ji nû ve çanda û wêjeya spanî zindî bike. Ji van kovaran La Revista de Occidente ya herî bi nav û deng e. Bi destpêka şerê hindûrîn yê Spanyayê re ew ji welêt derket. Pêşî çû Fransayê, piştre jî çû Arjentînê.
Jose Ortega y Gasset | |
---|---|
Navê rastî | |
Jidayikbûn | 9 gulan 1883 |
Mirin | 18 çiriya pêşîn 1955 Madrîd |
Cihê goristanê | San Isidro Cemetery |
Hevwelatî | Spanya |
Perwerde | |
Pîşe |
|
Meqam | |
Partiya Siyasî | |
Hevjîn | |
Zarok | |
Dê û bav | |
Xizm | |
Xelat | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Di dawiya jiyana xwe de careke din vegeriya Madrîdê û li wir jiyana xwe ji dest da. Ev nivîskarê spanî, li qasî ku giringî dida wateya tiştekî, hewqas jî dida rastgotina wê tiştê. Li gor nivîskar Camus piştî Nietzsche re, belkî jî nivîskarê herî bas yê Ewropayê ye ew e.[çavkanî hewce ye]
Gelek nivîsên wî yên ku di dersên xwe de jî didan, pistî mirina wî re hatin berhev kirin û bi navê El hombre y la gente (Mirov û xelk) hatiye çapkirin.
Berhemên wî
biguhêre- Adán en el paraíso (1910: Âdem li behiştê ye)
- Meditaciones del Quijote (1914: Ramanên li ser Kîşot)
- El tema de nuestro tiempo (1923: Mijarên Dema me),
- España invertebrada (1922: Espanyolê bê marîpişt)
- La rebelión de las masas (1929: Serhildana Gel)
Çavkanî
biguhêreEv gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |