Jesper Söder (bixwîne: Yesper Swêder) ciwanekî swêdî ye ku li Rojavaya Kurdistanê di nav refên YPGê de li dijî çeteyên Daişê şer dike. Ew di 1991ê de li bajarê Trollhättanê yê rojavaya Swêdê hatiye dinyayê.

Jesper Söder
Jesper Söder li Pêşangeha Pirtûkan a Göteborgê, Swêd (2016)
Jidayikbûn13ê sibata 1991an(1991-02-13) (33 salî)
PîşeRêberê xwendekaran
Sedema navdarbûnêŞervanê navneteweyî li Rojavaya Kurdistanê
biguhêreBelge

Jesper Söder yek ji 500 şerrvanên navneteweyî ye yên ku li Rojavaya Kurdistanê têdikoşin. Ew bi riya medyayên civakî jî bûyerên şerrê Rojava bi taybetî li Kobanî û Girê Spî û Hesîçeyê hovîtiya rêxistina terorîst a Daişê parve dike.

Jesper Söder li Rojavaya Kurdistanê biguhêre

Söder ku li Swêdê li dibistaneke Trollhättanê wekî rêberê xwendekaran (bi swêdî: elevmentor) kar dikir di 19ê gulana 2015an de çû Rojavaya Kurdistanê li dijî Daişê şerr bike. Ew bi xwe dibêje ku mirovxwez e û dixwaze mirovahiyê ji rêxistina terorîst a Daişê biparêze.

Birînbûna wî biguhêre

Söder di 11ê xizîrana 2015an de li Rojava bi hevalekî xwe yê kurd re karê paqijkirina ji mayinan dikir û mayinek teqiya û Söder bi giranî birîndar bû. Hevalê wî jî di vê diyardeyê de jiyana xwe ji dest da. Pişt re diviya ku ew vegera Swêdê ji bo kontrolkirina birînên xwe.

Li Swêdê, piştî ku birînên wî baş bûn, hevpeyvînek di televîzyona swêdî ya TV4ê de pê re kirine û wî dest bi komkirina pere kiriye bo xelkê Kobaniyê. Söder di hevpeyvînê de got, "wêneyên zordestiya çeteyên Daişê li min bandordar bûn; hebûna vê rêxistina terorîst li dijî prînsîbên min e, ne baş e, divê em wan bisekinîn berî ku ew belav bikin. Li Kurdistanê mirov ji bo jiyana xwe direvin. Peyama min ew e, êdî bes e, ew ne baş e[1]!"

Vegera wî bo Rojavaya Kurdistanê biguhêre

Di 24ê tebaxa 2015an de Jesper Söder vedigere Kobaniya Rojavaya Kurdistanê û di sala 2015an de di nava refên YPGê de têkoşîna xwe berdewam dike.

Ji bo pereyê komkirî wî bi sedan lîstok ji bo zarokan, nan û xwarinên cuda cuda û 50.000 lître ava zelal ji bo kobaniyan anîne.

Pirtûka wî biguhêre

Di 2017an de ew vedigere Swêdê. Pirtûka wî ya bi navê När världen tittade bort: svensken som kämpar mot Daesh i Syrien ("Hingê cîhanê çavên xwe digirtin: swêdiyê ku li Sûriyê li dijî Daîşê têdikoşe") di heman salê de tê çapkirin.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "Kopîkirina arşîvê". Ji orîjînalê di 10 tebax 2015 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 30 tebax 2015.{{cite web}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)

Girêdanên derve biguhêre

(swêdî) [1]