Hezo

(Ji Hezzo hat beralîkirin)

Hezo (1928: هازو / Haso (Hazo); bi tirkî: Kozluk) navçeyekî Batmanê ye. Li bakurê rojhilata Batmanê ye û 40 km dûrî wê ye. Hezo bajarekî kevn e li dorî Birca Hezoyê hatiye avakirin.

Hezo
Kozluk
Hezo li ser nexşeya Bakurê Kurdistanê nîşan dide
Hezo
Hezo
Hezo li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Hezo
Hezo
Koordînat: 38°11′36″Bk 41°29′23″Rh / 38.19333°Bk 41.48972°Rh / 38.19333; 41.48972
WelatBakurê Kurdistanê
DewletTirkiye
ParêzgehBatman
SerbajarHezo
Îdarî
 • QeymeqamHuzeyfe Citer
Hejmara bajarokan2 bajarok
Hejmara gundan69 gund
Qada rûerdê
 • Giştî1.119 km2 (432 sq mi)
Bilindahî
870 m (2850 ft)
Nifûs
 (2008)
62.114[1]
 • Berbelavî55,5/km2 (144/sq mi)
 • Serbajar
 (2008)
21.380
Koda postayê
72400
Koda telefonê(+90) 488
Map
biguhêreBelge

Li rojhilata bajar wîlayetên Bidlîs û Sêrtê, li rojavaya wî wîlayeta Amedê cîh digire. Li bakurê wê navçeya Qabilcewzê û li başûrê wê navçeya Qubînê hene.

Bajarê Hezoyê di sala 1514an de ketiye bin destê osmaniyan. Dema ku komara Tirkiyeyê ava bû, Hezo bajarokekî li ser bajarê Qabilcewzê bû. Lê di sala 1938an de bû bajarek wek Qabilcewzê. Ji wê salê heta sala 1990î Hezo navçeyekî li ser bajarê Sêrtê bû. Ji bo ku Artêşa Tirk leşkerên xwe li herêmê zêde bike, gelek navçeyan kir bajar, wekî Êlih. Lê belê piştî ku Êlih (Batman) di sala 1990î de bû wîlayet, navçeya Hezoyê bi wîlayeta Êlihê (Batman) ve hat girêdan.

Hezo bajarekî di nav çiyayan de ye. Lewra jî, ji gelên danişwanên wê re "çiyayî" tê gotin. Herçendî çiyayiyên Hezoyê ên li çiyayê jorîn in, herwiha ji barajiyên wir re jî "çiyayî" tê gotin. Ji xeynî vî jî, ji xelkê Hezoyê re "Xerzî" tê gotin, ji bala kû Hezo li nava herêma Xerzan de ye, jê re "Xerzan" jî tê gotin, û herwiha di nav çiya de dimîne.

Malbatên arîstokrasiya erdnîgarîya Xerzan a kevn li vir jî henin, yekî ji wan ên gelek bi nav û deng û wek: Xalid Efendî (Xalid Efendî ya Xerzanî ) ji hêla komara Osmaniyan de paşnav dihat dayîn, lê bi rastî Xalid Effendiyê Xerzanî an jî wek kur û lawê wî yê bi nav-û-deng, dîsa ev jî tê gotin: Abdurrahman Efendî, bi rastnivîs Evdirrehman Efendiyê Xerzanî wek serkirde û serok û arîstokrasiya Hezo û heremê hawirdora Xerzan bûyî, û herwisa jî mirovek pêşverû yên vî herêmî ku li ser û di doza kurdî de bû rolek mezin hebû, û serkirdeyek malbatê û wek bi navê Mala Îsê tê navdan û navkirin û nasîn. Ew bixwe li dijî eşîret bû. Ebdurrahman Efendî bixwe ji hêla Artêşa Tirkê wî demî de hatiye girtin û wî binçav kirine û di gîrtigeha wê demê de girtin. Bi welatperwerî bi Doza Kurdî re dihat tawanbarkirin. Lê dîsa Ebdurahman Efendî wek dostek Mela Evdullayê Timoqî jî baş dihat naskirin. Mela Evdilahê Timoqî gelek caran dihate li gel Evdirehman Efendiyê Xerzanî guftûgo dikirin, danûstandin dikirin, Mela Evdilahê Timoqî gelek caran herdem piştevaniya û nêrîna Evriheman Efendiyê Xalid Efendî pêşwazî dikir û rêz dikir, herwisa, û gelek caran di nav hev de li ser rewşa Doza Kurdî de gelek runiitin û nêrînên cur bi cur dihate gotûbêj kirin, li ser dikan axiftin gotubêjan di nav hev de dikirin. Evdirrehman Efendiyê Xalid Efendî, wek arîstokrasiyek, wek mirovek pêşverû, zana û fêriz, wek serkirde û serokê gelek malên Xanedana Îsê bû jî û kurdek niştimanperwer, fêriz û zana Doza Kurdî di her warî de diparast. Wek ji yek kurên Xalid Efendiyê Xerzanî yê mala Xanedana Îsê ên binavûşan wek [[Evdurehman Efendî Xerzanî ad-Din (Aydin)]ji cihê nav û şanê Xalid Efendî domand û herwisa jî, (Mala Îsê destê navî li vî şaxî gelek girîng bûye) wek pêşverûyên desthilat û arîstokrasiyê heman herêmî bûye û heman herêman bitesîr in. Bandoriyên Evdurehman Efendî Aydin (Xerzanî)ê Xalid Efendî wek malbatên di cih de tekûz û rayedar û wek bi navê Melayên Îsê tên dîtin, şaxek wan en herî mezin jî li Bedlîsê nin. Dîsa, malbatên Balûdtaş an wek Maarûf (Mala Şêxûbalî) pêşverû jî lêre gelek hene. Bi tahbîrî ê min, li devereyên dewletên derveyî nistimanên biyaniya derve de jî çendîn malbatên Xerzaniyan henin û belav bûn. Hemû ji deverên Hezo hatine nefîkirin. Wek herwiha, malbatên Xerzanî yan li derveyî Kurdistanê de zêde hene. Li gor lêkolînên di destên me de, mala Xerzanî yan (ad-din an jî Aydin) tên hesibandin. Navdarê nav wek Evdurehman Efendiyê Xalid Efendî (aydin)ê Xerzanî ji mala Îsê tê zanîn. Milek wan ên din jî li Bedlîsê bi navê malbatek cawaz tên naskirin, lê hemû ji yek rehê tên.

Geştek û têghînanî ji hawirdor û malbatên herêm û kesên bi temen-mezin û kalan hate tomarkirin. Nêrîn gelek in herwiha li ser vê derbareyî de gigihêjet rû-bi-rû bûn. Destek Malbata Îsê arîstokrasiya Xanedana Evdirrahman Efendiyê Xalid Efendiyê Xerzanî, li herêma Xerzan, bi taybet li merkeza Hezoyê wek sertext, Kabilcewz (Sason), Bedlîs û li hawirdora herêma Xerzanê, malbatek bi gelek şax ve, bi gelek navên dîtir jî, girêdayî vê malbatê bûn. Xisûsen herêm bi xwe Navenda Hezoyê bû. Abrurrahman Efendiya Xerzanî, an jî Evdirrehman Efendiyê Xalid Efendî gelek bandora xwe ya niştimanperweriya kurdî li heman herêmê de, di wî dema da bû zexm û qurs kirin. Gelek hem-civînan bi Mela Evdilleha Timoqî li ser derhata Kurdistanî, Xerzan herêmê de dihate kirin, wek Mele Sabrî û hwd re gelek gelek caran li ser rewşa Başûrê Kurdistanê jî guftûgeh dihate kirin, wek li ser hatinûçûn a Mela Mistafayê Berzanî jî dihate gotûbejkirin. Li ser debareyî herêmê, ajel, çandinî û herwiha li ser mekanîzmaya bajêr jî gelek caran dihate guftûgo kirin. Evdirrehman Efendiyê Xalid Efendî berjewendîyên Hezoyê, gelê Hezoyê û bi taybet berjewendîyên kurd û Kurdistanê li ser destî hemû tiştan de digirt. Abdurrahman Efendiyê Xalid Efendî, ew bi xwe ji hêla Dewleta Tirk ve hatibû girtin û di girtîgehê de hiştin, binçav kirin, di vê demê de Evdirahman Efendiyê Xalid Efendî serî ji Dewleta Tirk re ti car netewand. Gelê kurd û bi taybet berjewendiya Hezoyê her parast. Ew bi xwe zana û fêriz bû, gelek zana û bitesîr bû. Mixabin, di sala 1974ê de bi temenek gelek dirêj çû ser dilovaniya Xwedê.

Çavkanî

biguhêre

Xalid Efendiyê Xerzanî, wek serkirdeyeke Hezoyê, sertan-serî de bi taybet xwedî xanedan bû. Xalid Efendî tu car nam û şana Aydin û an jî ad-din lê nebû, safî wek Xalid Efendiyê Xerzanî dihate nasîn.

Lawê wî, Abdurrahman Efendî, herwiha nam û şana Aydin li ser nebû, safî di salaneya ku temena wî, bawer bim, di sala 1940an de wek paşnav "Aydin" lê kirin. Bi rastî ew jî wek Abdurrahman (Evdirrehman Efendiyê Xalid Efendiyê Xerzanî) dihat nasîn.

Malbat û xanedanek gelek berfireh bûn, şaxekî li Hezoyê, şaxekî li Bedlîs, şaxekî li Qabilcewzê û li ser sertanserî Hezoyê bibandor bûn.

Girêdanên derve

biguhêre