Hesîde

esûde navê şîraniyek e

Hesîde, hesûde navê şîraniyek e. Dibe ku li hin deverên din, bi navekê din bê navandin. Li Serhed, deşta Rewanê jê re hesîde dibêjin. Li parêzgehên Bakurê Kurdistanê Mûş, Erzîrom, Qers, Mezra, Erdêxan, Îdir û Wanê hesîde gelek tê xwarin.

Şîraniyeke ku çêkirina wê hêsan e ye. Dişibe helawê. Ard (arvan) di nava rûn de tê qelandin, hin pincarên çiyayî tên tevkirin. Helawa ku bi pincarên biharê ye.

Bijîşkiya gelêrî û xwarina şervanan biguhêre

Hesîde di bijîşkiya gelêrî ya kurd de herwiha girîng e. Hesîdeyê didin jinên nû zarok anîne, nexweşên emeliyat bûne, xwîn windakirine. Ji ber ku pêdiviya laş di rewşên wiha de bi glîkozê zêde ye û pincarên hêşîn jî di restorekirina organan de bikêr in.

Hesîde herwiha xwarina şervanên kurd e. Di stranan de tê ziman ku pêşmergeyên Îhsan Nûrî Paşa heger di êrîşa xwe serketî bana, fermandar mertoxe dixwarine, hesîde jî didane şervanên xwe. Amadekirina mertoxeyê (mirtoxe) jî, ya hesîdeyê jî hêsan e. Ji ber wê jî xwarineke gerîllayan e.