Herbert Kroemer
Herbert Kroemer (Herbert Krömer) (jdb. 25ê tebaxê 1928 li Weimar) fîzîknasekî alman e. Di sala 2000î bi tevî Zhores Alferov û Jack Kilby, Xelata Nobel a fîzîkê wergirtiye.
Jidayikbûn | |
---|---|
Mirin |
(95 salî) |
Navê rastî |
Herbert Krömer |
Hevwelatî | |
Perwerde | |
Pîşe |
Fizîknas, mamosteyê zanîngehê |
Karder | |
Qadên xebatê |
Endezyariya elektrîkê, fizîk, Fizîka teorîk, solid-state physics (en), Nîvragihbar |
Endamê | |
Şêwirmendên doktorayê | |
Bandorbar |
Friedrich Hund (en) |
Xelat |
Xelata Nobelê ya Fîzîkê () Lîsteya berfireh Humboldt Research Fellowship (d) Fellow of the American Physical Society (d) IEEE Fellow Humboldt Prize (en) J. J. Ebers Award () IEEE Jack A. Morton Award () Xelata Nobelê ya Fîzîkê () Great Cross with Star and Sash of the Order of Merit of the Federal Republic of Germany (d) () IEEE Medal of Honor () |
Jînenîgarî
biguhêrePiştî dibistana amadeyî di sala 1947î de li zanîngeha Jena, dest bi perwerdeya fîzîkê dike. Bi awayekî ji DDRê direve û derbasî rojava dibe. Li zanîngeha Georg-August a Göttingenê perwerdeya xwe didomîne. Sala 1952î bidawîdike û li postageriya Almanyayê dixebite. Sala 1954î diçe DYAyê. Li Princeton û Palo Alto di gelek lêkolînan de cihdigire. Di nava salên 1968-1976î wekî profesor li zanîngeha Kalîforniyayê dersdariyê dike.
Xebat û girîngî
biguhêreNe tenê li ser mijarên aktûel û kivşekirî xebitiye. Li ser bîpolartransîstoran xwedî kedeka mezin e. Herwiha li ser lazeran gelek lêkolîn kiriye. Di salên 70î de xwe bi giranî daye ser fîzîk a ceribandiniyê. Gelek angaştên wî yên li ser kombînasyona materyalan hene.
Xelat û paye
biguhêre- J.J. Ebers Award, IEEE, 1973
- Heinrich-Welker-Medaille, International Symposium on GaAs and Related compounds, 1982
- National Lecturer, IEEE Electron Devices Society, 1983
- Jack Morton Award, IEEE, 1986
- Alexander-von-Humboldt-Forschungspreis, 1994
- Xelata Nobel a fîzîkê, 2000
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |