Nîvragihbar (îngilîzî: semiconductor) wek navê wê, madeyê navbera ragihbar û neragihbarê. Van madeyan, elektrîkê(birinê elektron) hinek diragihandin. Li Dinyayê, bûjenên tê zehf naskirin ev in: germanyûm û sîlîsyûm û selenyûm.

Hûndurê mîkroçîp
Nîvek mîkroçîpe û yên rêş jî muhafazê çîpe.

Dereceya ragihandinê bi zêdekirina germahiyê û nepakkirinê kane bê zêdekirin.

Ragihandina barên elektrîkî ji aliyê valahî (en:hole) û elektonên serbest, ku wek barkêş (en: charge carriers) tên zanîn, ve tê kirin. Madeyên nîvragihbar ên pak pêkhatiyên krîstal(en:crystal structure) ên bi bendên kovalent (en:kovalent bond) girêdayî peyda dikin. Di sifrê mûtleq (en:absolute zero), 0 K, de elektronên serbest namînin. Ji ber ku elektonan gişta cih girtine valahî jî namîne. Ger barkêş di madekî de tunebin, elektrîk jî nayê ragihandin. Herçî germahî zêde bibe hinek elektron dê ji cihê xwe derkevin, yanî benda biqetînin û serbest bigerrin. Evan elektronan dema ji cihê xwe derdikevin valahiyek pozitîv jî li şûna wan peyda dibe. Evan elektronên negatîv û valahiyên pozitîv karê barkêşiyê bicih tînin. Mirov kane bi zêdekirina nepakîyê jî jimareya barkêşan zêde bike. [1]

Dîrok biguhêre

Di 14ê adara 1782an de Alessandro Volta di nameyek xwe de cara pêşîn navê nîvragihbar (bi îngl.: semiconductor) bi kar anî.
Bandora nîvragihbariyê di sala 1833'an de ji aliyê Michael Faraday ve hat vedîtin. Ew lê hay bû ku resîstansa sulfîda zîv (Ag2S) kêm dibe bi zêdekirina germahiyê. Divê pêwendî bo metalan wiha neba. Lêbelê wî hîç agahiyên çendanî yên derbarê têkiliya germahî û resîstîvîtiyê nedaye. [2][3]

Materyalên nîvragihbar biguhêre

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Kenneth C. Smith, Adel S. Sedra (26 hezîran 1997). Microelectronic Circuits (The Oxford Series in Electrical and Computer Engineering). Oxford University Press. r. 1. ISBN 978-0-19-993150-7.
  2. ^ http://www.nit.eu/czasopisma/JTIT/2010/1/3.pdf "History of Semiconductors", Lidia Łukasiak û Andrzej Jakubo
  3. ^ http://iopscience.iop.org/0143-0807/10/4/002/pdf/ejv10i4p254.pdf[girêdan daimî miriye] "Early history chemistry of the physics and semiconductors-from doubts to fact in a hundred year" , Georg Busch