Harûn Elkî
Harûn Elkî, (1975 li Elkê, Şirnex, Bakurê Kurdistanê) hunermendekî kurd e ku cûreya muzîka soft-rockê bi kurdî dibêje.
Harûn Elkî | |
---|---|
Navê jidayikbûnê | Harun Ataman |
Jidayikbûn | 1975 Elkê, Şirnex, Bakurê Kurdistanê |
Netewe | Kurd |
Cureyê muzîkê | Soft-rock |
Pîşe | Hunermend |
Amûr | Gîtar |
Salên çalak | 1995-niha |
Etîketa qeydê | Red music digital |
biguhêre |
Kariyera wî
biguhêreHarûn Elkî, di sala 1975an de li navçeya Elkê ya bi ser Şirnexê ve hatiye dinyayê û heta 20 saliya xwe li Şirnexê jiyan kiriye.[1] Piştre koçê bajarê Edeneyê dibe û li Navenda Çanda Mezopotamyayê dest bi perwerdeya muzîkê kiriye. Elkî, bi Koma Rewşen re dest bi kariyera xwe ya muzîkê dike. Bi heman komê re di 2 albûmên, bi navê "Asê" û "Pola Nû" derdixe.[2] Harûn Elkî cûreya muzîka soft-rockê dibêjê. Di derbarê biryara xwe ya cûreya muzîka rockê, wiha aniye ziman: "Ez dikarim bibêjim ku ev rih ji zarokatiya min ve bi min re heye".[1] Ji ber vê yekê dema ku ez 12 salî bûm, dema ku min li Elkê dixwend, têkiliyeke min a nêzîk bi cureya muzîka rockê re hebû" Di sala 2020an de albûma xwe ya solo ya yekem bi navê "Rev" derxistiye.[3]
Dîskografî
biguhêre- Albûm
- "Asê" (bi Koma Rewşen re)
- "Pola Nû" (bi Koma Rewşen re)
- "Rev" (2020)
- Single
- "Seyrana Gula" (2019)
Fîlmografî
biguhêre- Klîb
- "Bendik" (2019)
- "Karxezalê" (2019)
- "Seyrana Gula" (2019)
- "Xengilok" (2021)
- "Meşk" (2021) (bi Tara Mamedova, Şeyhan û Gulbahar Kavcu re dibêje)
Çavkanî
biguhêre- ^ a b "Rudawnet". www.rudaw.net. Roja gihiştinê 4 kanûna pêşîn 2021.
- ^ Gazetesi, Evrensel. "Rewşen'den Harun: Kürt müziğini umut ve heyecan yenileyebilir". Evrensel.net (bi tirkî). Roja gihiştinê 4 kanûna pêşîn 2021.
- ^ Duvar, Gazete (1 adar 2021). "Kürt müziğinde kara veba: Harûn Elkî" (bi tirkî). Roja gihiştinê 4 kanûna pêşîn 2021.
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |