Haluk Öztürk di sala 1956a de li Agiriyê qeza Dutaxê gundê Qereqê hatiye cîhanê. Li gundê Berdavê dest bi xwendina dibistana seretayî kiriye. Dûra li Agiriyê dibistana navîn û li Wanê lîse xwendiye. Di sala 1979an de hatiye Swêdê û li Stokholmê dijî. Piştî xwendina Dibistana Bilind ya Mamostetiyê (Zanîngeha Stokholmê), ji sala 1986a heta îro li dibistanên şaredariya Stokholmê mamostetiya zimanê zikmakî (kurdî/kurmancî) dike.

Xebat û berhem biguhêre

  • Wek redaktorê berpirsiyar ê kovara Roja Nû (1978-2001) û Weşanxana Roja Nû (1980-2012)kar kiriye û dike.
  • Di serweriya Komela Kurdan ya herî kevin li Swêdê (1976) KOMKAR-Swêdê de -ku nuha jî komeleyeke çalak e- cî girtiye. Vêga serokatiya komeleya KOMKAR-Swêdê dike. (2012)
  • Di Komeleya Nivîskarên Kurd de jî xebitîye û du dewran serokatiya komeleyê kiriye.
  • Di rêvebiriya Komîta HEVKARÎ ya hêzên siyasî yên Kurdistanê de cî girtiye û dewrekê serokatiya wê kiriye.
  • Bi nasnavên cuda (Xalit Lezgîn, Azad Nûbar, R.Ararat û hwd.)bilî Roja Nû, di gelek rojname û kovaran de (wek ; Azadî, Hêvî, Ronahî, Roja Teze, Dema Nû, Dengê KOMKAR, Berbang û Deng) nivîsîye.
  • Di amadekirin û derxistina pirtûkên dibistanê de jî xebitiye. Bi navê “Peyvên Me-Hêşnayî û Heywan” (1994), ”Şagird diçin dibistanê” (2002-bi hevkariya çend mamosteyên din), Kurdî-Kurmancî(2014), Heywan (2014) û pirtûkeke zarokan bi navê “Mam Xidir diçe warê hirçan” (Çîrok,2011) berhemên wî hatine çapkirin. Dervayî van xebatan, pirtûkeke helbestên Kemal Burkay bi navê “Berf fedî dike” wergerandiye zimanê swêdî. (2010)