Gulîstan (pirtûk)
Gulîstan [Gulistan] (bi farisî: گلستان), pirtûka nivîskarê faris Şêx Sediyê Şîrazî ye. Ev pirtûk ji heşt beşan pêk tê û di serî de jî li ser jiyana Şêx Se'dî û pirtûka Gulistanê hin agahî hene.
Gulîstan | |
![]() Gulîstan (pirtûk)
| |
Sernavê xwemalî | گلستان (Farisî) |
Wergêr | Muhammed Înal, Mahmut Yamalak |
Welat | Tirkiye |
Sernivîser | Suleyman Çevik |
Ziman | Kurdî |
Dîrok | 2005 (M. Muhammed Garsî Farqînî), 2013 (Muhammed Înal, Mahmut Yamalak) |
Weşanxane | Weşanên Nûbihar |
Rûpel | 240 |
ISBN | ISBN 978-605-5053-01-7 |
biguherîne ![]() |
Beşên PirtûkêBiguherîne
- Beşa Yekem - Derheqê Jiyana Padişahan
- Beşa Duyem - Li Ser Exlaqa Derweşan
- Beşa Sêyem - Di Derheqê Fazîleta Qena'etê De
- Beşa Çarem - Feydeyên Bêdengiyê
- Beşa Pêncem - Derheqê Eşq û Ciwanî
- Beşa Şeşem - Derheqê Zeîfî û Kalîtiyê
- Bela Heftem - Derheqê Tesîra Terbiyet û Perwerdeyê De
- Beşa Heştem - Derheqê Adabê Sohbet û Hevalbendiyê De
Biguherîne
Çi bi kêr te ji gul tebeqek Gul tenê pênc-şeş rojan dimîne — Şêx Sediyê Şîrazî
|
Wergêrên vê pirtûkê Muhammed Înal û Mahmut Yamalak vê pirtûkê wiha didin nasandin: "Eger mirovek bipirse ku Gulîstan çi ye? Mirov dikare bêje: Gulîstan, çîroka rêwiyan e. Hem rêwiyên li ser rûyê dinyayê û hem jî yên li rêya heqîqetê.
Çîrokên di Gulîstanê de hatine gotin bi piranî rast in û serpêhatiyên Şêx Se'dî bi xwe ne. Şêx Se'dî di koçberiya dawiyê de, ji Fasê heya Hindistanê, ji Tirkîstanê heya Kurdistanê li gelek deveran geriyaye."
Wergera bo kurdîBiguherîne
Pirtûka Gulîstanê berî Muhammed Înal û Mahmut Yamalak, ji aliyê M. Muhammed Garsî Farqînî ve jî ji zimanê kurdî re hatiye wergerandin (Şêx Se'dî, Gulistan, Wergêr: M. Muhammed Garsî Farqînî, Weşanên Nûbihar, Stenbol, 2005).