Mihemedê Necmedînî
Tu bi xêr hatî Wîkîpediyaya kurdî!
biguhêreMihemedê Necmedînî, tu bi xêr hatî!
Wîkîpediya, ensîklopediya azad a bi kurdî,
- Wîkîpediyaya kurdî projeyeke navneteweyî û azad e. Armanca wê komkirina zanyariyan a bi alîkariya çavkanî û jêderan û bi şêweyê ensîklopediyê ye. Hewleke hevbeş e ku ensîklopediyeke azad derkeve holê. Her kes dikare tevlî nivîsandina vê berhemê bibe. TU nivîskarê/a vê ensîklopediyê yî! Gavên pêşî gelek hêsan in.
- Berî ku tu dest bi karê xwe bikî, ji kerema xwe re li vir binêre. Heke te alîkariya bikarhênerên din hewce be û tu bixwazî ji bikarhênerên Wîkîpediyayê re binivîsî, here rûpela gotûbêja mijarê û dû re li jor « Mijarekê lê zêde bike » bitikîne.
- Ji ber sedema mafên telîfê em li Wîkîpediyayê nivîsên di çavkaniyeke din de li vir nanivîsin, lê bikarhêner dikarin bi gotinên xwe û bi nîşandana çavkaniyê ji çavkaniyên din sûd werbigrin. Ji kerema xwe re agahiyên peyv bi peyv ji malper, pirtûk an jî kovaran li ser Wîkîpediyayê kopî neke. Tu nivîskar î û divê tu gotarên xwe bi peyvên xwe binivîsî!
- Heke alîkarî ji te re hewce be tu dikarî rûpela Alîkariyê bixwînî û pirsên xwe li Dîwana Wîkîpediyayê an jî Kurdîgehê binivîsî.
- Dema ku tu di gotarekê de tiştekî biguherînî, divê tu bi nêrîneke bêalî û bi zimanekî ensîklopedîk binivîsî. Çavkaniya agahiyê jî ji bir neke!
- Îmzeya xwe li nava gotarê nexe û di gotaran de reklamê neke an jî e-mail û hejmara telefona xwe nenivîse. Ji bo danasîna xwe tu dikarî di rûpela xwe ya bikarhêneriyê de bi bikaranîna şablona Babîlê agahiyan bidî.
- Dema te ji bikarhênerên din re peyam nivîsand, ji kerema xwe li gorî hîmên rêzgirtinê tevbigere û wisa bifikire ku her kesê li vir weke te dixwaze ji bo pêşvexistina Wîkîpediyayê beşdar dibe û wan weke kesên niyetbaş bihesibîne. Pênc hîmên sereke yên Wîkîpediyayê jî bixwîne.
- Divê mirov xwediyê/a tenê yek hesabî be! Hinga çend hesabên heman kesî an jî çend hesabên mirovên cuda yên ku di gotûbêjan de ji bo bidestxistina avantajê bi hevre tevdigerin, di Wîkîpediyayê de weke kuklabaziyê tê binavkirin û ev dibe sedema astengbûnê.
- Heke te rê û rêbazên Wîkîpediyayê xwendibî, êdî tu dizanî bikarhêner çi dikin û bi çi awayî gotaran diguherînin. Wîkîpediyaya kurdî her roj di nava pêşketinê de ye. Niha 90.443 gotarên bi zaravayên dimilî, kelhûrî, kurmancî û soranî yên bi tîpên latînî hene.
Kurterêbera rastnivîsînê ya Wîkîpediyaya kurdî
|
|
Klavyeya kurdî: Kurdî-h • Kurdî-tr (metod ji bo klavyeya tirkî)
Kêmasî
biguhêreSilav Mihemedê Necmedînî, jibo hewl û xebatên te yê jibo wîkîpediya kurdî spas dikim lê mixabin kêmasiyên berbiçav li ser gotarên te de heye. Gotar çiqas li gorî standardên wîkîpediya be ew qasî asta kalîteya gotar û wîkîpediya bilind dibe. Di derbarê nivîsandina gotaran de rêbernameya wîkîpediya kurdî li vir e, serkevtin. Penaber49 (gotûbêj) 19:13, 10 kanûna paşîn 2023 (UTC)
- Di çi warî da kêmasî hene? Ji alîyê rênivîsê, zimanî, naverokê? çi? ji kerema min haydar bike. Spas. Mihemedê Necmedînî (gotûbêj) 07:08, 11 kanûna paşîn 2023 (UTC)
- Eger ji alîyê zimanî ve kêmasî hebin, ez ji zimanê xwe bawerim lê min têbînî li ser zimanê pîvankî yê wîkîpediyaya kurdî hene. Ji bo mînakê te nivîsîye "hewl" çima nanivîsî "bizav"? bizav kurmancî ye, û hewl ji kû hatîye?. Te nivîsîye hewl û xebatên.. anko gelek in ne kiteke, lê nizanim paşî çima te nivîsye "yê" û te nenivîsye "yên"..? çinkî di kurmancîyê de yên ji bo komê dibe. jibo mînakê te nivîsîye "kêmasîyên" anko bi rengê "kom" çinkî te nîşana komê "ên" lê zêdekirîye û paşî te li dawîyê gotîye "heye" anko te kirye kit. Ev jî şaşîye. Mihemedê Necmedînî (gotûbêj) 08:43, 11 kanûna paşîn 2023 (UTC)
Silav Mihemedê Necmedînî, peyva bizav min zêde nebihîstiye. Hewl, (bi tirkî "çaba") daxwaz a xwesteka xebatekiye. Xebatên te yê li ser gotara Raymond Aron didome nizanim, dema ku gotarê berfireh dike ji kerema xwe şablona
Karê berfirehkirina vê gotarê hê jî berdewam e dibe ku ji ber vê yekê di naveroka gotarê de pêwistiya sereraskirinan hebe. Ji bo berfirehkirina vê gotarê tu dikarî bi bikarhêner a ku li ser gotar dixebite re pêwendiyê pêk bînî û alîkariya berfirehkirina vê gotarê bikî. Ji kerema xwe re vê şablonê rake, heke di maweya heft rojan de tê de ti guherîn tine be! Heke karê te bi vê rûpelê re xilas nebûbe ji kerema xwe re şablona {{tê guhartin}} bi kar bîne! Ev rûpel herî dawî ji aliyê Penaber49 (gotûbêj| beşdarî) ve berî 22 mehan hatiye guhartin. (Rojane bike) |
dayine ser gotarê ku mirov bizane xebatên gotarê hê maye. Di vê gotarê gelek xeletiyên bêhnok, noqte û dema ku bi zêdekirina tîpa "û" hevokên bi hevre tên girêdan bêhnok heye ev jî xeletî ye. Ji kerema xwe kontrol bike tu jî dibînî. Gotarek ku li gorî standardên wîkîpediya be, divê li gorî mijaran naverok bê dabeşkirin û herê dawî beşa çavkanî lê bê zêdekirin û li gorî naverok û mijarê jî kategorî lê bên zêdekirin. Mînak niha te di gotara di dawiya de nivîsiye tu çavkanî lê nehatiye zêdekirin. Ya din ji xeynî wîkîpediya min li cihekî din li şûna peya ku, wekî ko tê nivîsandin nedîtiye. Bi silav û rêz. Penaber49 (gotûbêj) 09:40, 11 kanûna paşîn 2023 (UTC)
- Silav û rêz, Penaber49
- 1- Peyva "bizav", gelek kurmancî ye û di helbestên kilasîkên me da xweş dihê dîtin û bab û kalên me her gotine "Bizava rizgarîxaz a Kurdistanê..", "hewl" nû ye, û bi rêya soranîyê kevtîye nav me da.
- 1- Min hindek çavkanî zêdekirin. Cenabê te di wê meseleyê da heq e.
- 2- Ez "ko" pesendtir dibînim ji "ku".
- 3- Pirsyar: gelo çima gava ez navê têgehan bi kurdî di nivîsim dihên guherrîn û dibin ingilîzî? bo mînakê ez di nivîsim ketwarbînî ko tivav kurdî ye êksar dibe realism? Şopparêzî dibe Conservatism? dibê em kar li ser wê bikîn ko ev têgehe bihên kurdandin.
- 4- Çima dema ez navan bi şêweyê kurdî di nivîsim dhên guherrîn; mînak: Mihemedê Elîyê Hesen êkser dikin şêweyê erebî Mihemed Elî Hesen?, kurdan her kevin nav tewandine gotine Hesenê Elî, Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Feqîyê Teyran. Dibê em navên biyanî jî li ser şêweyê kurdî bi nivîsin bo mînakê: Raymondê Aron, Kênetê Waltiz. çewa bab û kalên me digotin Hafizê Şîrazî ma Hafiz jî ne fars bû? Wekî tirk jî gava navên biyanî dibêjin li ser şêweya tirkî dibêjin.
- Gelek spas. Mihemedê Necmedînî (gotûbêj) 10:08, 11 kanûna paşîn 2023 (UTC)
- Silav û rêz @Penaber49 navê şablona "Karê berfirehkirina vê nivîsarê hê jî berdewam e" çî ye? çewa dikarim danim ser gotarekê? Mihemedê Necmedînî (gotûbêj) 12:17, 21 sibat 2023 (UTC)
Navê şablonê xebat e Penaber49 (gotûbêj) 13:35, 21 sibat 2023 (UTC)