Gotûbêj:Zhangping

Şiroveya dawî: berî 3 salan ji aliye MikaelF ve

Silav Penaber49, tu çawan î?

  • Li ser nexşeya parêzgehê lokasyona bajarê --> Cihê bajêr li ser nexşeya parêzgehê. "Lokasyon" kurdiya tembelan e..!
  • Rûpela bajarê --> Rûpela bajêr
  • Zhangping, bajarekî di asta wîlayetê de ya welatê Çînê ye û di parêzgeha Fujianê de cih digire. --> Wilayet û parêzgeh heman tişt in. Bajarekî parêzgeha Fujianê ya Çînê ye?
Spas û qewet be, xebatkarê hêja yê Wîkiyê. --MikaelF (gotûbêj) 18:03, 2 çiriya pêşîn 2020 (UTC)Bersiv bide

Silav @MikaelF û Gomada: gelo win piştrastin peyva bajar wek bajêr tê nivîsandin. Mirov divê qe ev peyv devoka herêmaye. Mînak Ez çûme bajarê Mûşê dema ku mirov bajar wek bajêr biguherîne ez çûme bajêra Mûşê ez dibêjim dema ku em vê peyvê wek bajêr biguherînin bêje xirabdibin. Penaber49 (g · b · a)

Ev du tiştên cuda ne.
  1. Ez çûme bajêr/bajarî. (ev rewşa çemandî ye û qertafa navdêrên nêr -î ye)
  2. Ez çûme bajarê Mûşê. (ev îzafe ye û qertafa navdêrên nêr -ê ye)
Loma, ji kerema xwe hewl bide ku tu wê kêmasiyê dubare nekî. Qewet be!—Gomadapeyam 20:45, 3 çiriya pêşîn 2020 (UTC)Bersiv bide
Silav Penaber49, bajar peyveke nêr e. Bajarê min, bajarekî mezin, bajarê Mûşê, li bajar, li vî bajarî... di devoka badînî de bajêr dibêjin, bajêrê min, bajêrekê mezin, bajêrê Dihokê, li bajêr, li vî bajêrî. "Ez çûme bajêra Mûşê" ne dirust e, bajar/bajêr ne mê ye, divê "Ez çûme bajarê Mûşê" be. --MikaelF (gotûbêj) 21:53, 3 çiriya pêşîn 2020 (UTC)Bersiv bide
Vegere rûpela "Zhangping".