Gotûbêj:Têlemaxos

Şiroveya dawî: berî 1 salê ji aliyê Avestaboy ve di mijara Rastnivîsandina navan de

Rastnivîsandina navan biguhêre

Êvar baş hevalno @MikaelF: , @Balyozxane: , @Ghybu:, @Xwedêda:, @Penaber49: @Gomada: , @Ferrus: , @Biyolojiyabikurdi: @Xwedêda:, @Mehk63: ,@Ahmetbeg: Min nivîsandina gotara ku ji hêla nivîskarek din ve hat nivîsandin û tenê ji du hevokan pêk dihat berdewam kir. Lê bi ya min Telemakhos bi kurdî wek Têlemaxos tê nivîsandin. Hûn çawa difikirin? Silav û rêz Avestaboy (gotûbêj) 16:26, 3 kanûna paşîn 2023 (UTC)Bersiv bide

Silav hevalê @Avestaboy. Ali Gurdili çûye ked daye û kitêbeke wekî Ferhenga mîtolojiyê nivîsandiye. Beşên vê kitêba xwe li ser bloga xwe parve dike û tê de Telemakhosî bi kar aniye. Ma em bimrin hinek rêz ji nivîskarên me bigrin û şûnda çêkirina navên nû têgihên wan nivîskaran bi kar bînin hem jî em rêzika wîkîpediyayê ya en:No original research pêk bînin?   --Balyozxane (gotûbêj). 16:38, 3 kanûna paşîn 2023 (UTC)Bersiv bide

@Balyozxane: Mixabin nivîskarên kurd navên yewnanî li gor dilê xwe dinivîsin. Wergerê kurd Tahirxan Giravî mesela Sofoklês wek Sofoklîs û Antîgonê wek Antîgonî dinivîse. Ji ber vê yekê ez tercîh dikim ku rastnivîsîna Wîkîpediyaya Kurdî bikar bînim. Avestaboy (gotûbêj) 17:29, 3 kanûna paşîn 2023 (UTC)Bersiv bide

@Avestaboy Gelek meraq dikim hûn çawa biryar dan ku "Rastnivîsîna Wîkîpediyayê" hebe? Ka dev jê berde hele ji min re rave bike gelo te wergera Googlê rasterast li vir nivîsand? Te her tim bi vî awayî dixebitî? --Balyozxane (gotûbêj). 17:36, 3 kanûna paşîn 2023 (UTC)Bersiv bide
Almanî Google Werger Nivîsa Avestaboy
Die Geschichte seiner Adoleszenz wird in den ersten vier Gesängen der Odyssee erzählt. Demnach erhielt er als junger Mann von Athene, die ihm während seiner Jugend in der Gestalt des Mentes[2] zur Seite stand, den Rat, bei Nestor in Pylos und Menelaos in Sparta Erkundigungen über seinen Vater einzuziehen.[3] An letzterem Ort erfuhr er, dass Odysseus noch leben könnte. Çîroka xortaniya wî di çar kantoyên pêşîn ên Odyssey de tê vegotin. Li gorî vê yekê, di xortaniya xwe de Athena, ku di xortaniya xwe de bi şiklê Mentes[2] li kêleka wî rawestiya, şîret li wî kir ku li bavê xwe ji Nestor li Pylos û Menelaus li Spartayê bipirse.[3] Li cîhê paşîn bû ku wî fêr bû ku dibe ku Odysseus hîn sax be. Çîroka xortaniya wî di çar stranên pêşîn ên Odîseyayê de tê vegotin.Li gorî vê yekê, di xortaniya xwe de Atêna, ku di xortaniya xwe de bi şiklê Mentes li kêleka wî rawesta, şîret li wî kir ku li bavê xwe ji Nestorê li Pylos û Menelaosê li Spartayê bipirse.Li cîhê paşîn bû ku wî fêr bû ku dibe ku Odîseûs hîn zindî be.

--Balyozxane (gotûbêj). 17:36, 3 kanûna paşîn 2023 (UTC)Bersiv bide

Cihê paşîn li vir çi ye? --Balyozxane (gotûbêj). 17:37, 3 kanûna paşîn 2023 (UTC)Bersiv bide

@Balyozxane: Cîhe paşîn li vir Sparta ye . Bi Almanî navê wî wek Telemachos tê nivîsandin û wek Têlêmaxos tê bilêvkirin. Dema ku min agahîdankê di gotarê de tomar kir, navê Têlemaxos bixwe li wir bû.

Transkrîpsiyona vokalan biguhêre

Herfa yewnanî Transkrîpsiyon Yewnanî Latînî Kurdî
α a Ἀναξαγόρας Anaxagoras Anaksagoras
ε e Σεμέλη Semele Semelê
η ê Δημόφιλος Demophilus Dêmofilos
ι i (kurt), î (dirêj) Ὀκτάβιος, Εὐρυδίκη Octauius, Eurydice Oktabios, Euridîkê
ο o Ἀφροδίτη Aphrodita Afrodîtê
υ i (kurt), î (dirêj) Ἄβυδος, Πορφύριος Abydos, Porphyrius Abidos, Porfîrios
ω o Δωδώνη Dodona Dodonê
 Avestaboy (gotûbêj) 17:51, 3 kanûna paşîn 2023 (UTC)Bersiv bide
@Avestaboy Carek din li nîqaşên wisa navê min etîket neke. Hetta ti kesî meke. Tenê @MikaelFî bike bes e. Herwiha ez ê hemû beşa ku te lê zêde kir jê bibim ger sererast nakî. Nayê fêmkirin. --Balyozxane (gotûbêj). 18:05, 3 kanûna paşîn 2023 (UTC)Bersiv bide

@Balyozxane:Gotar ji hêla kesek din ve hat çêkirin. Min xemgîn dît ku gotar tenê bi du hevokan bû. Lewma min gotar berdewam kir û agahîdank jî tomar kir. Lêbelê, ez ê zimanê gotarê sererast bikim. Sererastkirina kêmasiyan ji jêbirina gotareke tevahî çêtir e. Silav û rêz Avestaboy (gotûbêj) 18:23, 3 kanûna paşîn 2023 (UTC)Bersiv bide

@Avestaboy Xêra xwe wan her du (1 û 2) lîsteyan jî sererast bike. Ez kengî wext dibînim li wan dinêrim. Ger destê min were, sererast bikim, ez bi xwe dikim lêbelê ger gotar zêde xirabe be, tên jêbirin. --Balyozxane (gotûbêj). 18:32, 3 kanûna paşîn 2023 (UTC)Bersiv bide

@Balyozxane: Temam . Min te etîket kir ji ber ku tu li ser Wîkîpediya pir çalak î. Gava ku ez nivîskarên din etîket dikim, carinan neçar in ku çend hefte li benda bersivê bimînim. Ez hêvî dikim ku tu ji bo vê yekê ji min aciz na bî. Avestaboy (gotûbêj) 19:11, 3 kanûna paşîn 2023 (UTC)Bersiv bide

Vegere rûpela "Têlemaxos".