Gotûbêj:Roja Cîhanê

Roja Cîhanê an Roja Zeviyê? Bi înglîzî: Earth Day → Earth = Zevî lê Cîhan = World.--ÇalakГотубеж 18:21, 22 avrêl 2013 (UTC)

Bi kurmancî Earth = Erd, lê peyvên weke Cîhan û Dinya (herwiha tên wateya World) jî têne bikaranîn. Li bakurê Kurdistanê, kurd gelek tiştan pêşî bi rêya zimanê tirkî fêr dibin. Lewma bandora tirkî li ser ramana kurmancî diderkeve holê. Jixwe bi tirkî Dünya Günü wergera Roja Cîhanê dide. Lê peyva Zevî wê serê kurmancan tevlîhev bike, ji ber ku di roja me de ev pey bi giştî ji bo erda çandinê tê bikaranîn. Lewma heke em bêjin Roja Zeviyê mirov wê bêjin qey ev roj têkilîdarî çandiniyê ye. Silav!—Gomadapeyam 18:42, 22 avrêl 2013 (UTC)
Ez fam kir, lê çima nabêjin Roja Erdê? Tirkî çiye êdî, heke tirk dibêje Dünya Günü bila bibêje, em kurdin.--ÇalakГотубеж 18:56, 22 avrêl 2013 (UTC)
Rast e, lê Roja Erdê nayê bikaranîn. Û ji aliyekî ve jî peyva Cîhan kurdî û îranî ye, lewma pirsgirêk ne mezin e.(Alîkarî:Di dema borî de divê tu bêjî; Min fam kir)Gomadapeyam 19:07, 22 avrêl 2013 (UTC)
Zor baş e, spas bo bersiv û alîkarî!--ÇalakГотубеж 19:51, 22 avrêl 2013 (UTC)
Vegere rûpela "Roja Cîhanê".