Roja Cîhanê, ji bona hişmendiya mîrova li hember vê Cîhanê derbikeve pêş, ji bona tiştên xerab ji holê rabe, ji bona xatirê cîhanê bê zanîn, ji bona paqijiya der-dorê, ji bona tenduristiya mîrovan û hemû zindiyan… ev raman, cara yekem di 22 nîsana 1970an de, ji hêla Senator Gaylord Nelson DYA ve hate pêşniyarkirin. Ji wê rojê de Earth Day yanî « Roja Cîhanê » tê pîroz kirin.

Di ser vê rojede 39 sal derbas dibe. Mixabîn her ku diçe rewşa Cîhanê xerabtir dibe; Gemara der-dorê, hilweşanî ya xwezayî, qetlîama ajalan, şerê di navbêna Mîrovan…

Ev çend sale ku, ji bona vê rojê, çalakî jî tê li dar xistin, ku jêre Green Generation dibêjin. Yanî « Jenerasyona Kesk » armanca vê jî ji bona nifşê nû, di vê miajarê de hişyar bibin û rewşa Cîhanê xerabûye, vêga vê xerabyê vegerînin başbûnê, ku ji bona jiyaneke baş.