Gotûbêj:Qelem

Şiroveya dawî: berî 2 salan ji aliye MikaelF ve

@Ghybu, MikaelF, û Dorame13: Bawer dikim agahiyên halo li ser Wîkîçavkaniyê werin nivîsîn çêtir e. Hûn çi dibêjin? Qewet be ji we re!—Gomadapeyam 19:29, 16 gulan 2021 (UTC)Bersiv bide

@Ghybu, Gomada, û Dorame13: Erê, gotina te ye birêz Gomada. Bimîne di xweşiyê de. --MikaelF (gotûbêj) 06:00, 17 gulan 2021 (UTC)Bersiv bide
Wekî din, wergêr kî ye û kodên sûreyan ji kûderê hatine kopîkirin? Bê çavkanî ye. --MikaelF (gotûbêj) 06:06, 17 gulan 2021 (UTC)Bersiv bide
@Penaber49, Gomada, Ghybu, Mohajeer, Avestaboy, Bikarhêner, û Dilovan Gervan: @Rasti, Key Mirza, Kurdochali, Serchia, û Dorame13: hûn çawan in, baş in? Hûn di warê vê mijarê de çi difikirin? Gelo ensîklopedî cihê şirovekirina naveroka pirtûkên pîroz e yan na? Bêalîbûn çi ye çi nîne? Bi dîtina min, kopîkirina Dorame13 ji vê sûreyê ne bêalî ne ensîklopedîk e. Ez mîna bikarînerekî Wîkîpediya kurdî agahiyên li ser mijarê dixwazim û naveroka pirtûkên pîroz li pirtûkên pîroz digerim. Erê hûn çi dibêjin? --MikaelF (gotûbêj) 22:28, 18 gulan 2021 (UTC)Bersiv bide
Ez bi vî fikre me, ev naveroka ku bikarhêner Dorame13 li vir zêde dike kopî ye kopî jî li ser Wîkîpediyayê qedexeye. Ev kopî jî ez texmîn dikim ku ji zamanê tirkî hatiye wergerkirinin. Şîroveyên zimanê tirkî ya pirtûkên pîroz jî gelek şaş û alîgir e. —Penaber49 (gotûbêj) 05:11, 19 gulan 2021 (UTC)Bersiv bide
Na xêr ev ji tirkîyê nehatîye wergerandin. Ew xebata ku ez dikim nêzî 5 salan min karîye tenê 2 sureyan bi temamî çekiriye û ne ji wergera tirkîyêye.
Min jî xwest ku ser Wîkîçavkaniyê çebikim lê naveroka wî çawa bêjim alîyê awayîyê ve henek basît e. Ev peyama bêîmze ya Dorame13 (gotûbêjbeşdarî) e.
Silav Dorame13, jibo bersiva te spas dikim. Li gorî fikrekê min şîrovekirina ayetan anjî beşên pirtûkên pîroz ne ensîklopedîk e. Ev peyama bêîmze ya Penaber49 (gotûbêjbeşdarî) e.
@Penaber49, Gomada, Ghybu, Mohajeer, Avestaboy, MikaelF, û Dilovan Gervan: @Rasti, Key Mirza, Kurdochali, Serchia, û Dorame13: Merheba hevalino. Wîkîpediya ansîklopediyek e. Lewma divê tê de agahiyên ansîklopedîk cih bigirin. Di nav gotarê de mirov dikare bi kurtasî behsa "Naveroka sureyê", "Hedîsên li ser vê sureyê", "Dema kronolojîk a nazilbûna vê sureyê", "Sedemên nazilbûnê", "Eleqeya wî ya bi sureyên beriya xwe û pêşiya xwe re", "Mijara sureyê" û "Beş û Qismkirinên Sureyê" û beşên wek vê bike. Lê ji ber sîstema xwe ya ansîklopedîk nabe ku sure eynen li vir bên nivîsîn. Divê li vir bi sîstema ansîklopediyan, agahiyên ansîklopedîk werin nivîsîn.
Wekî nimûne di gotareke derbarê kitêbeke fizîkê yê pir-bi-navûdeng de divê mirov naverokên kitêba fizîkê (an wergera wê) eynen li vir nenivîsîne, li şûna wê li vir bi kurtasî behsa naveroka kitêbê, nivîskarê wê, wextê nivîsîna wê, tesîrên wê kitêbê yê li ser îlmê fizîkê, tesîrên we yên li ser heyatên însanan, rexneyên li ser kitêbê, fîlmên li ser wê kitêbê û agahiyên wekî van ên ansîklopedîk bike. Lê ku naveroka kitêbeke fizîkê yê pir-tevlîhev li vir eynen an wek werger cih bigire jî jixwe wê piraniya me jê fam nekin. -- Bikarhêner (gotûbêj) 10:23, 20 gulan 2021 (UTC)Bersiv bide

Gelo spas dikim ji bo bersivên we min baş fehm kir û ser wîkîçavkanîyê parvekir. Ev peyama bêîmze ya Dorame13 (gotûbêjbeşdarî) e.

@Dorame13: Gelek spas. Bimîne di xweşiyê de. --MikaelF (gotûbêj) 21:34, 20 gulan 2021 (UTC)Bersiv bide
Vegere rûpela "Qelem".