Gotûbêj:Peloponês

Şiroveya dawî: berî 1 salê ji aliyê Avestaboy ve di mijara Peloponêsos an Peloponês  ? de

Peloponêsos an Peloponês  ? biguhêre

Silav hevalno @MikaelF: , @Ghybu:, @Xwedêda:, @Mehk63: @Gomada: @Penaber49: @Bablekan: Hûn çawanin ? Bi dîtîna min guhertoya navê Peloponês ji Peloponêsos çêtir e . Peloponêsos naveke pir dirêj e . Mirovê Peloponêsos Peloponêsosî an Peloponêsî ye ? Jixwe gelek ziman navan cûda asîmîle dikin . Bi almanî mesela Peloponnes û bi spanî Peloponeso tê gotin . Lewma problem na be ku em sernav wek Peloponês biguherînin . Silav û rêz Avestaboy (gotûbêj) 16:58, 16 çiriya pêşîn 2022 (UTC)Bersiv bide

@Avestaboy fikrê min tune ye. hûn çewa baş dibînin wisa bikin 😉 Xwedêda (gotûbêj) 17:00, 16 çiriya pêşîn 2022 (UTC)Bersiv bide
Silav Avestaboy Spas ez baş im, tu çawan î? Bi ya min, Peloponêsos baş bû, navê nîştecihan peloponêsî ye. Wek Pontos e, Pontos û pontî. Llanfairpwllgwyngyllgogerychwyrndrobwllllantysiliogogogoch navekî pir dirêj e. Qewet be. --MikaelF (gotûbêj) 18:05, 16 çiriya pêşîn 2022 (UTC)Bersiv bide
Silav MikaelF Ez helwesta te dipejirînim. Lêbelê helwesta min cûda heye. Ez ne li ser Wîkîpediya me tenê ji bo belavkirina zanînê me. Ez jî ji bo parastina zimanê xwe yê zikmakî kurdî têdikoşim. Mirov fêrî zimanekî ku ji wan re xweş tê. Ji ber vê yekê jî divê zimanê kurdî hîn xweştir be. Da ku gelên din bi dilxwazî ​​vî zimanî hîn bibin. Di nav vê de hêsankirinên rastnivîsê hene.Da ku zarokekî dibistanê jî bi hêsanî fêrî zimanê kurdî bibe. Ji we hemûyan re serkeftinên berdewam dixwazim.

Avestaboy (gotûbêj) 18:47, 16 çiriya pêşîn 2022 (UTC)Bersiv bide

Vegere rûpela "Peloponês".