Gotûbêj:Occo Mahabad

Şiroveya dawî: berî 4 salan ji aliyê Jiju ve di mijara Occo mahabad de

Bo nivîsandina gotaran agahiyên alîkariyê bixwînin, gotar wiha nabin. Heger pirtûkek ji malê li ser tora înternetê bê belavkirin, ISBN nebe.. Plan, projeyên pêk nehatine nabin. Xêra xwe ji nû ve binivîsînin û bi girêdanan zexm bikin. Wiha bimîne, tê jêbirin. Xebat xweş.. --Bablekan (nîqaş) 13:37, 23 adar 2012 (UTC)Bersiv bide

Ne girêdan û navnîşana weşanxaneyê dît, ne jî ISBNa pirtûkê hatiye dayîn. Mirov li ser xwe nanivîsîne û gotar jî divê ensîklopedîk bin. --Bablekan (nîqaş) 06:59, 3 gulan 2012 (UTC)Bersiv bide

Li der gotarbûnê biguhêre

Min heta ji destên min hat, gotar ji haleta berê ya tevlihev û "negotarî" paqij kir lê belê: Nizanim gelo di wîkîpediyaya kurdî de qeîdeyek li ser gotarkirina agahiyên qala kesên dijîn heye yan na, lê di wîkîpediyayên mezin de ev tişt heye û girêdayî gelek şertan e û bi ya min divê ev gotar bê jêbirin. --Jiju (gotûbêj) 18:08, 20 kanûna pêşîn 2019 (UTC)Bersiv bide

Occo mahabad biguhêre

Birayê hêja ev der wikipediya ye û em nikarin li gor nêrîn û fikrên xwe hereket bikin. Occo mahabad helbestvanekî girîng e. Dibe ku tu jê hez nekî lê karê me nivîsandin e ne hezkirin ú tevgerên şexsî ne. Ji kerema xwe hîs ú fikrên xwe yên şexsî nexin wikipediayê. Jixwe ji sedî 75 xalên wikipedia ne standart in. Lê armanca me kurt be jî divê agahiyan bidin. Herî xerab neagahî ye. Mixabin wikipediayê de jî kurd kurdan hez nakin ji kurdan nefret dikin. Occo mahabad şairekî girîng e ú xal jî pêwîst e. Cihan soylu21 (gotûbêj) 00:49, 21 kanûna pêşîn 2019 (UTC)Bersiv bide

@Cihan soylu21: bi silav û rêz, tu çawan î? Va ye çend rêbazên Wîkîpediyê ne (bi îngilîzî: https://en.wikipedia.org/wiki/Wikipedia:What_Wikipedia_is_not: bi kurdî: https://ckb.wikipedia.org/wiki/ویکیپیدیا:ویکیپیدیا_چی_نییە). Erê, bêguman, Occo Mahabad helbestvanekî girîng e. Bimîne di xweşiyê de. --MikaelF (gotûbêj) 09:48, 21 kanûna pêşîn 2019 (UTC)Bersiv bide
Gelo te "Wîkîgotin" (https://ku.wikiquote.org/wiki/Destpêk) dîtiye? Silav --MikaelF (gotûbêj) 10:03, 21 kanûna pêşîn 2019 (UTC)Bersiv bide

Spas dikim hëja bo xebatên te di nava xweşiyê de bimîne Silav û rêz Cihan soylu21 (gotûbêj) 11:31, 21 kanûna pêşîn 2019 (UTC)Bersiv bide

@Cihan soylu21: Hevalê hêja, tu li jor qala çi kiriye, min fêm nekir! Lê ji dil dikarim bibêjim, wîkîpediya çi ye ne çi ye, baş dizanim û ji xeynî hûrgiliyên teknîkî pêdiviya min ji kesên din re tune ye. Ez bixwe Occo Mahabad nas nakim lê belê mijar ne naskirin e ku kêfa min ji peyvên mezin ên mîna "şairekî girîng e" nayê (bi ya kê, kîjan wêjenasên me, rexnegirên me li ku derê di kîjan gotarên xwe de hevokek wiha, encamek wiha bi raya giştî re parve kiriye? Çavkanî heval!) lê ji bo niha û dîsa ji dil dibêjim ne ti xema min e. Ev yek e: Yekî rabûye (xuya ye ew bi xwe ye) gotarek derqeîde nivîsaniye ku tu yê bibêjî qey portfolyoya ew kes e (!), bi xêra bavê xwe rabûme û min ew serast kiriye û piştre nêrîna xwe derbarê gotarbûna mijarê parve kiriye. Hew! A duda jî ev e: Dixwaze %95ên wîkîpediya me, derqeîde bin, ma ev ji bo me dibe çavkanî an sedemek an mînakên baş û qenc? Nêrîna te yekser xelet e. Lê ya ecêb û ji yên din girîngtir ev e: bi kîjan hevoka min te gihiştiye "tevgerên şexsî" yên min?! Ya rê bidin yan jî ji kerema xwe bo nivîsandinê nenivîsînin. Wîkîpediya ne cihê tevgerên şexsî ne! Polîtîkaya wîkîpediyayê ye derheqê kesên "dijîn": Îngilîzî û ev jî tirkî ------------------------------ do derbarê "mezinbûna vî şaîrî" Kawa Nemir tweetek weşandiye ku ji twîtê tê fêmkirin ku ev kes bêyî destûra kawa nemir, helbestin wê di pirtûkek de weşandiye, bi vê hincetê kawa nemir wiha gotiye: Ji zû ve ye min dil hebû behsa vî kirê nekirî yê cîyê şermê bikim. Yekî mehrûmê şi'êrê rabûye antolojîyek amade kiriye, weşanxaneyeke şuxulerzan jî ew çap û belav kiriye. ev tawaneke giran e li hemberî 'milkê edebî' (intellectual property) yê şaîr û wergêrekî. Min çu caran destûr nedaye wekî şi'êrên min tevî vê xebata 'eletewş bibin. Pirsa min bi tenê ev e: "Gelo berhemên zimanê Kurdî cîyê talanê ne ku hûn lê xin?"Bang û tikaya min e bo xwînerên. delal û zîrek ên zimanê me yê ku zehf hatiye zêrandin! Qedrê zimanê xwe bigirin, mekevine tora erzanîyê û qaşoberhemên bi vî rengî mekirrin! Li cîhanê her karekî usûlên xwe hene. Gelo bi vî karî re ti usûl heye? Di nezera min de, Na! Dibe ku yekî ev nîqaş bişopîne û tevlî gotarê bike, min jî wergirt vir. çavkanî rûpela Kawa Nemir e e.--Jiju (gotûbêj) 18:44, 26 kanûna pêşîn 2019 (UTC)Bersiv bide
Vegere rûpela "Occo Mahabad".