Gotûbêj:Mewlana Murad

Şiroveya dawî: berî 1 salê ji aliyê MikaelF ve di mijara Mewlana Mirad jî rast e de

Mewlana Mirad jî rast e biguhêre

Silav @MikaelF: ! Ez bi gelemperî xebata te pir diecibînim. Lê te vê carê bêyî gotubêjek ku ez jê hez nakim sernavê gotarê hatiye guherî.Ji ber tiştekî wisa min motîvasyona xwe wek wikipedist winda kiriye. Rast e Mewlana Mirad ne kurd bû . Lê Îskenderê Mezin,Şêx Xalib , ​Mehmûd Kaşxerî ,Siltan Silêmanê Qanûnî , Mehmûd Ehmedînejad,Mîxaîl Gorbaçov hwd. jî ne kurd in an jî ne kurd bûn . Dîsa navê wan bi rastnivîsandina kurdî hatiye nivîsandin. Alman jî Celal Talebanî wek Dschalal Talabani û bi îngilîzî wek Jalal Talabani tê nivîsandin? Gelo kes dipirse ku ew serokkomarekî kurd bû ? Na ! Ez nabêjim ku em George Bush wekî Corc Buş binivîsin. Ema Mirad navekî erebî-îslamî ye û heke tu rastnivîsandina orîjînal bixwazî tu geleka nav wekî মাওলানা মুরাদ binivîsî. Zimanê Kurdî zimanekî serbixwe bi rastnivîsandina serbixwe ye . https://ku.m.wiktionary.org/wiki/mirad Avestaboy (gotûbêj) 10:51, 7 gulan 2022 (UTC)Bersiv bide

@MikaelF: , @Ghybu:, @Xwedêda:, @Penaber49: @Gomada: @Mehk63: ??? Avestaboy (gotûbêj) 12:23, 7 gulan 2022 (UTC)Bersiv bide

Birêz @Avestaboy: tu çawan î? Li min bibore, a rast daxwaza min ne ew e motîvasyona te pûç bikim, keda te li vir giring û hêja ye, em hewl didin karê bilindtirkirina asta kalîteya Wîkîpediya kurdî bikin. Min di rûpela Gotûbêjê ya gotarê de guherîna xwe şirove nekiriye, ji ber ku min digot qey eşkera ye ez çima sernavê gotarê diguherînim.
Kurdîkirin (Mirad) û transkrîpsyon (Murad) du tiştên cuda ne. Bi giştî, li vir em navên erebî bi transkrîpsyona kurdî dinivîsin, em navên ereban kurdî nakin, em nivîsguhêrî dikin, ne wilo? Murad transkrîpsyona kurdî ya navê erebî ye. Heke kesek kurd be, yan kesayetên giring û dîrokî yên ku bi nemazeyî çanda kurdî ve girêdayî bin, mirov dikare navê wan bike Mirad. Ma têkiliyeke taybet a Mewlana Murad/Mawlana Murad li gel Kurdistanê heye? Bi bengalî Murad e, bi erebî Murad e. Eva ha ramana min li ser vê mijarê. Bi silavên germ. --MikaelF (gotûbêj) 09:23, 8 gulan 2022 (UTC)Bersiv bide
Vegere rûpela "Mewlana Murad".