Gotûbêj:Chengdu

Şiroveya dawî: 7 gulan 2023 ji aliyê Avestaboy ve di mijara Rastnivîs de

Rastnivîs biguhêre

Êvar baş @MikaelF , @Bikarhêner , @Penaber49 @Biyolojiyabikurdi , @Ferrus Bi min baştir e ku sernavê gotarê Chengdu bibe Çengdû an jî Çengdu . Di gelek zimanan tîpa Ç tune û lewma tîpa Ç wek Ch dinivîsin . Bi tirkî Chengdu wek Çengdu tê nivîsandin . Silav û rêz Avestaboy (gotûbêj) 17:44, 12 nîsan 2023 (UTC)Bersiv bide

@Avestaboy: Êvara te jî baş, tu çawan î? Na, Çengdû ji Chengdu ne baştir e. Chengdu bi pinyin e, awayê navdewletî bo navguhêziya zimanê çînî ye. Bila em li Wîkîpediya kurdî ji Wîkîpediya tirkî hindik pêşverûtir û navneteweyî bin :) Gelo kurd / bikarînera/ê Wîkiyê heye ku CH çi ye nezanibe lo? Silav û rêz --MikaelF (gotûbêj) 18:08, 12 nîsan 2023 (UTC)Bersiv bide
@MikaelF Rastnivîsa kurdî ne 100 % girêdayî rastnivîs a çînî ye . Mesela navê Beijing di gelek zimanan de Peking e ( bi kurdî Pekîn jî dibe ). Pinyin ji bona navên kesan rind e . Fêrbûna alfabeya kurdî ji alfabeya latînî - almanî an fransî hêsantir e. Bi almanî mesela ch dikare wekî ṣ, ç an x ​​were bilêvkirin. Ev yek fêrbûna ziman zehmet dike. Fêrbûna rastnivîsa kurdî pir hêsantir e. Em ketçap û ne ketchup, Barselona û ne Barcelona, ​​Bordo û ne Bordeaux
dinivîsin. Avestaboy (gotûbêj) 19:25, 12 nîsan 2023 (UTC)Bersiv bide
Ez jî wekî kekê MikaelF difikirim. -- Bikarhêner (gotûbêj) 07:20, 7 gulan 2023 (UTC)Bersiv bide
Silav hevalê @Bikarhêner . Ez ji bo navên kesan heq didim we . Ema ji bo hin cihan ( bajar , gund hwd.) rastnivîsa kurdî çêtir e . Bi tirkî û albanî Chengdu mesela wek Çengdu , bi azerî wek Çendu , bi esperanto wek Ĉengduo , bi letonî wek Čendu , bi mecarî wek Csengtu hwd. têne nivîsandin . Yanî Pinyin ne ji hemû zimanan re wezîfe ye . Avestaboy (gotûbêj) 10:45, 7 gulan 2023 (UTC)Bersiv bide
Vegere rûpela "Chengdu".