Gotûbêj:Barzanîtî

Şiroveya dawî: Sêşem di 19:31 de ji aliyê Penaber49 ve di mijara Bêalî? de

Bêalî?

biguhêre

@Merdamoo, @Avestaboy, @Penaber49 bi dîtina we, ev gotar bêalî ye? "Dema ku barzanîzm zêdetir kevneperest, dînperest û etnoneteweperest e, [tê bawerkirin ku] apoîzm lîberaltir, pêşverûtir û pirçandîtir e û ferq û cudahiyên wan wek ya komarî û demokratên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û yên Erdoğanîzm û Kemalîzm ên li Tirkiyeyê dihatin dîtin." têvî ku bi çavkaniyan be jî, bi nihêrîna min gelek sivik e. MikaelF (gotûbêj) 18:42, 24 kanûna pêşîn 2024 (UTC)Bersiv bide

Silav bikarhênerê hêja @MikaelF, ew şirov weke hemî gotar ji wîkîpediya inglizî pêk tê. Gorî min ev şîrov derbasdar e, binere Apoîzm, îdeolojeke ku bêhtir lîberaltir, pêşverûtir û pirçandîtir li hembera îdeolojiya Barzanîtî. Herwiha tê got jî, çavkaniyên gotarê jî ev şîrov qebûl dikin. Silav û rêz. Merdamoo (gotûbêj) 18:57, 24 kanûna pêşîn 2024 (UTC)Bersiv bide
Silav birêz @Merdamoo, erê wella, nihêrîna te ye, nihêrînek e, lê bêalî ye? Kê gotî (yanî, ji xeynê apociyan, kîjan çavkaniya pêbawer wisa dibêje?) lîberal, pêşverû û hwd be? Li min bibore, bi ya min ne bêalî ye. MikaelF (gotûbêj) 19:10, 24 kanûna pêşîn 2024 (UTC)Bersiv bide
Silav @MikaelF wek hûn dizanin ev xebat yek ji xebatên bê hempa yên Kelê û Xelfetî ye. Pirsgirêk tenê bêalî bûne gotarê nîne. Ev camêr bê werger nikare yek hevokeke rast bi nivîse. Bi salan e ku ez didim nadim pêş nakeve. Bi çi awayê bi armancê li ser Wîkîpediyayê disekine ez jî nizanim. Pêşnîyara di derbarê vê mijarê ev e divê hemî gotarên ku ev kes dinivîse were jêbirin. Penaber49 (gotûbêj) 19:09, 24 kanûna pêşîn 2024 (UTC)Bersiv bide
Ev hevok rasterast alîgir e. Ji bo bê alî bûna gotarê divê ev hevok yan were guherandin yan jî were derxistin. Penaber49 (gotûbêj) 19:21, 24 kanûna pêşîn 2024 (UTC)Bersiv bide
Dijberîtî tenê di navbera trolên her dû aliyan de heye. Kurdên welatperwer li gel hemî kêmasiyan dijberîtî ya partiyên kurdî nake. Peyva dijberîtî vere derxistin êdî çêtir e. Gotara ku li ser wîkîpediya îngilîzî hati nivîsandin ji aliyê îlamxan ve hatiye nivîsandin mixabin xebatên wî jî helek qels û ne licih bûn. Ji ber xevatên wî ez neçar mabûm ku bikarhênerên wîkîpediya soranî hişyar bikim. Penaber49 (gotûbêj) 19:31, 24 kanûna pêşîn 2024 (UTC)Bersiv bide
Vegere rûpela "Barzanîtî".