Gotûbêj:Balindeyên Kurdistanê

Aya ji dêvla bêjeya Çivîk, Balinde ne baştir e? Lewra li herêma me "Çivîk, çûçik" tenê ji bo cureyekê tê bikaranîn. Bo hemiyan ji tesîra Erebî "Teyr" tê bikaranîn.

Çendan jî ez dizanim, lê nikarim bixim binê komekê.

  • Reşêlek
  • Çûçik (Çivîk) Ev ne navê hemiyan e, navê cureyekê balindeyan (çivîkan) e.
  • Dodo
  • Gogerçîn
  • Şeşo
  • Markut
  • Darkut(ok)
  • Geranto
  • Pepûk
  • Kabos
  • Qaz
  • Werdek
  • Kew
  • Legleg
  • Nîrbaz
  • Frîngî
  • Elo(k)
  • Kûko
  • Çîr
  • Bilbil
  • Torkin
  • Torder
  • Torber
  • Ember
  • Perda
  • Quling
  • Hûthût(ok)
  • Sîmir

Hinek ji devedorê xwe bipirsim, ez ê jî alîkarî bikim. Serkeftin. --Bablekan 13:35, 29 kewçêr 2007 (UTC)

Bablekan, ez ji bo lîsteya te spas dikim. Balinde li Bakurê Kurdistanê jî peyveke siruştî ye, gelo? Ev lîsteya balindeyan bi tinê destpêkek e, ez ji bo arîkariya te gelek spasdar im. Heker kêmasî û çewtî hebin, ezê hîviya rexneya te ya posîtîv bimînim. Silav MikaelF 17:42, 29 kewçêr 2007 (UTC)
Rojbaş! Ji lîsteya firendeyan ya ku te nivîsand çend nav hene ku ez nas nakim:
  • Dodo
  • Şeşo
  • Markut
  • Geranto
  • Kabos
  • Nîrbaz
  • Frîngî
  • Torkin
  • Torder
  • Torber
  • Ember
  • Perda
  • Sîmir

Ma tu dikarî hindek qala wan bikî, rengê wan çi ye, mezin an biçûk in, çi dixwin, çawa hêlînên xwe çêdikin, heker li daristan, çiya, peravan dihêne dîtin, hwd...? Navê wan bi zimanekî din dizanî? Silav MikaelF 14:40, 30 kewçêr 2007 (UTC)

A rastî hîç zanîna min -derbarê balindeyan de- nîne. Navên ku di guhên min de mabûn min nivîsî. Lê ez ê sedî sed lêbikolim. Xebata te pirr hêja ye.
  • Sîmir (Teyrê Sîmir), Şeşo, Kabos balindeyên xeyalî yan efsanewî ne. Heger ne şaş bim, min li ser Teyrê Sîmir gotarek nivîsîbû. Ewropiyan gelek wisa kûltûra me kirine malê xwe. Ji xwe bo Tirkan, hewce nîne bêjim. Camêrno dizên berê ne û peyva Kirgiz-Xirxiz bûye navê eşîreka wan ku di zimanê Tirkî de Xirxiz-Kirgiz tê wateya "Diz".
  • Ember, bi Tirkî "serçe" dibêjin, wekî wan e. Frîngî (ne domates): Rengê wan boz in. Stuyê wan şîn (an şîneboz) in. Dengekî wan î nelirê û bilind heye. Pişta wan qehwerengî yan boz e. Toximan dixwin. Çivîkekî nexwastbarî ye, ziyanê dide.
  • Torkin, Torder hwd kîjan kîjan e nizanim, lê mezin in. Nikulê wan zerin. Rengê wan cuda cuda ne. Organeke wan dişibin torê (bask an boçika wan). Rengê wan bo mînak reş, sorîn (baskê wan) û deqdeqî ne. Min zemanekî li ser çanda devkî xebat dikir. Gelek nav di stranên dengbêjiyê û di çîrokan de derbasdibin (Çîroka Teyrê Sîmir baş dizanim).

Wekî min got ez ê jî alîkarî bikim. Heger tu vê kategoriyê bibî serî, dê karekî bêhempa li dûv xwe bihêli. Serkeftin. --Bablekan 17:24, 31 kewçêr 2007 (UTC)

Spas, di lêkolînên te de jî serkevtin, bimîne di xweshiyê de MikaelF 13:12, 2 sermawez 2007 (UTC)

Wîkîpedya, ma tu dikarî van çivîkan teşxîs bikî? biguhêre

  • Bûkamişk (çivîkeke biçûk e)
  • Cehkot
  • Çiçigok
  • Çimreşk
  • Kerole
  • Kotan
  • Pêqijik (balindeyeke avî ye)
  • Qaqîşk
  • Qero (rengê wê gewre ye)
  • Qitik
  • Qîjalek
  • Qurxî
  • Qutbarut
  • Reşelank
  • Şivandilke
  • Teyrê kur
  • Teyrê sebaxî (balindeyeke hêşîn e)
  • Zerqendîl

Zor û gelek spas MikaelF 13:59, 1 berfanbar 2007 (UTC)

Çavkanî 2013 biguhêre

Ji kerema xwe re, serçaviya navên balindeyan (ji kîjan pirtûk û kovarê, navê ji kîjan herêmê, kîjan ornîtolog û hwd) ji bîr nekin. Silav --MikaelF (gotûbêj) 10:48, 13 gelawêj 2013 (UTC)

Vegere rûpela "Balindeyên Kurdistanê".