Gola Masiyan yan jî Gola Xelîl Îbrahîm, goleke li başûrê rojavayê navenda bajarê Rihayê ye û wekî cihê ku dema Îbrahîm Pêxember hatiye avêtin a nava agirê, tê zanîn. Gol ji du beşan, Gola Masiyan (Gola Xelîl Îbrahîm) û Gola Zelîha (ku keça Nemrûd tê zanîn) pêk tên. Jiber ber vê yekî gol û şûnwarên wî pîroz tê qebûlkirin û ji çar aliyên cîhanê geştiyar serlêdana golê dikin.

Gola Xelîl Îbrahîm
Gola Zelîha (ku keça Nemrûd e)

Dirêjahiya golê 150 mêtre, kûrahî 3-5 mêtre û firehiya golê 30 mêtre ye.[1]

Dîrok biguhêre

Ji bo ku li wir peykerek hatiya dîtin tê pêşbînîkirin ku ji serdema Neolîtîk a Pre-Pottery (bi qasî 8000 sal Berî Zayînê) ê, xuya ye ku şûnwarên Gola Masiyan berî serdema Birahîm ve de jî cihekî pîroz e.[2] Dema ku bajar ji aliyê hêzên Makedonî ve di bin destê Îskenderê Mezin de hate zeft kirin û ji hêla general Seleucus I ve navê Edessa (navê bajarê Riha ya berê) hate guherandin, mîna bajarê Rihayê bi xwe, dîroka paşerojê ya şûnwarê Gola Xelîl Îbrahîm heta serdema Helenîstîk nediyar e. Di serdema Helenîstîk de, Edessa yek ji cihên pîroz ên xwedawend Atargatis bû ku di heman demê de li seranserê herêma Şamê li deverên wekî Hierapolis û Ashkelon xwedî navendên girîng bûn. Li van deran jî golên masiyan cihên pîroz bûn û xwarina wan ji mirovan re qedexe bûn. Digel ku Lucian bixwe bi eşkere behsa Edessa wekî cîhek pîroz a Atargatis nake, ji ber hebûna berbelav a golên pîroz li seranserê herêmê, sipekilasîyonek maqûl heye.

Di Serdema Dereng a Antîk de, cîh bi dîroka Birahîm û rûbirûbûna wî bi Nemrûd re ve girêdayî bû. Ev pêwend di eslê xwe de vedigere sedsala yekem a Piştî Zayîn a Hagada Cihûyan ji hêla Pseudo-Philo ve ku nexşeya bingehîn a çîrokê vedibêje ku di dawiyê de pir girîng be, li cihê ku Nemrûd, ji ber redkirina Birahîm ji perizîna pûtan û avakirina Birca Babîlê hêrs dibe û hewl dide ku wî bi saxî bişewitîne û ew bi awayekî mûcîzeyî ji nav agirê xilas dibe.

Mîtolojî biguhêre

Li gorî mîtolojiyê piştî ku Brahîm avêtine nav agir, keça Nemrûd Zelîha ji ber ku pir ji Îbrahîm hez dike û baweriya xwe pê tîne, jiber avêtina Îbrahîm nava agirê ew jî tebat nake xwe diavêje nav agirê û cihê ku ew li erdê dikeve, di be gol.[1]

Mîna dilsozên berê yên Atargatis, di roja îro de jî masiyên golê pîroz têne hesibandin û destûr nayê dayîn ku mirov wan bigirin an bixwin. Li gorî baweriya herêmî kesek yek ji van masiyan bixwe kor dibe. Li navenda gola Zelîha kaniyeke heye û tê bawerkirin ku herikîna ava vî kaniyê bi hêsirên Zelîha ve girêdayî ye.[3]

Heta niha jî, populerbûna Gola Masiyan bi giranî xwe dispêre rabirdûya Mizgîniyê, ku di heman demê de hinek kevneşopiyên alternatîf ên ku li dora wê di dîroka xwe de pêş ketine jî diparêze.

Wêne biguhêre

Çavkanî biguhêre

  1. ^ a b kulturportali.gov.tr, kulturportali.gov.tr. "www.kulturportali.gov" (bi tirkî).
  2. ^ "Edessa (Şanlı Urfa) - Livius". www.livius.org. Roja gihiştinê 10 adar 2022.
  3. ^ Nast, Condé (12 kanûna pêşîn 2011). "Turkey's Ancient Sanctuary". The New Yorker (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 10 adar 2022.