Birca Babîlê, vegotina pirtûka destpêkirinê ye ku di beşa 11:1-9 de efsaneya bingehîn e ku tê wateyê ku rave bike ka çima gelên cîhanê bi zimanên cûda diaxivin.[1][2]

Li gorî Athanasius Kircher' Birca Babîlê

Li gorî çîrokê, nijadek mirovî ya yekbûyî di fena nifşên piştî Tofana Mezin (Tofana Nûh) de, bi yek zimanî diaxivin û ber bi rojhilat ve koçê welatê Şînarê dibin. Li wir ew li hev dikin ku bajarek têra xwe û bircek ji xwe re çêkin ku xwe bigihînin bihuştê. Xwedê, li bajar û birca wan dinêre, axaftina wan tevlihev dike ku êdî nikaribin hevdû fêm bikin û wan li cîhanê belav dike.

Hinek lêkolînerên nûjen Birca Babilê bi avahiyên naskirî ve girêdidin, nemaze avahiya Etemenanki, zigguratek ku jibo xwedawenda Mezopotamyayê ya Marduk re li Babîlê hatiye avakirin.

Vegotina pirtûka destpêkirinê biguhêre

1 Tevahiya mirovahiyê xwedî zimanekî hevpar û peyveke hevpar bû. 2 Dema mirov ber bi rojhilatê ve çûn, li Şinarê deştek dîtin û li wir bi cih bûn. 3 Paşê ji hev re gotin: «Werin, em kerpîçan çêkin û wan baş bipêjin». 4 Wî demê wan got: «Werin, em ji xwe re bajarek û bircek ku serê wê li ezmanan e ava bikin, ku em nav û dengan xwe ji xwe re bikin.

5 Lê Xwedê hat xwarê, ku bajar û birca ku gel dest pê kiribû bibîne. 6 Û Xwedê got, "Eger wek yek gelê ku hemûyan bi zimanê hevpar parve bikin, wan dest bi vê yekê kiribe, wê demê tiştek ku ew plan dikin ku bikin dê ji wan wêdetir nebe. 7 Werin em herin jêr zimanê wan tevlihev bikin ku ew ji zimanê hev fem nekin.”

8 Ji ber vê yekê Xwedê wan ji wir li seranserê dinyayê belav kirin û wan dev ji avakirina bajêr berda. 9 Ji ber vê yekê navê wê danîbûn Babîl – ji ber ku li wir Xwedê zimanê hemû mirovan tevlihev kir û ji wir wan li ser rûyê dinyayê belav kir.

– Pirtûka Despêkirinê 11:1–9[3]

Etîmolojî biguhêre

Gotina "Birca Babîlê" rasterast di încîlê de derbas nabe. Birc, her gav wek "bajar û birc e" (אֶת-הָעִיר וְאֶת-הַמִּגְדָּל‎) yan tenê "bajar e" (הָעִיר‎). Berhevoka orîjînal a navê Babil (navê îbranî ya Babîlê) ne diyar e. Lêbelê ew form û şirove bi xwe niha bi gelemperî tê fikirîn ku encama etîmolojiya gelêrî ya Akadî ye ku li ser formek berê ya navî hatiye bikaranîn ku wateya wê nenas e û dibe ku bi peyv koka xwe ne-semîtî ye.[4] Li gorî Încîlê, navê bajêr ji lêkera îbranî בָּלַ֥ל (bālal), ku tê wateya tevlihevkirin an tevlihevbûnê, navê "Babel" wergirtiye.[5]

Avakirina Bircê biguhêre

 
Baxçeyên Daleqandî yên Babîlê (wêneya sedsala 19an), di paşerojê de Birca Babîlê nîşan dide.

Hinek zanyar delîlên hundurîn û derveyî bikar tînin ku di salên 3500-3000 b.z. de wekî rêzek ji bo dîroka bircê, li ser bingeha pênc hûrguliyên ku di vegotinê de hene pêşkêş dikin: “Yekem, bûyer li Şinarê ku bi taybetî li Babîlê qewimiye (ayetên 2.9). Duyem, bûyer bi avakirina bajarekî bi bircê ve girêdayî ye (ayetên 4.5). Sêyem, birc ji kerpîçên pijyayî hatiye çêkirin (Benda 3). Çarem, hawana ku hatiye bikaranîn asfalt e (ayet 3). Pêncem, birc bi îhtimaleke mezin zîgurat e."

Çarçoveya dîrokî biguhêre

Genesis (pirtûka destpêkirine) wekî ku bi efsaneya dîrokî dest pê dike û bi dîroka efsaneyî diqede tê binavkirin. Lê dîsa jî, çîroka Babîlê dikare di çarçoveya wê de were şîrove kirin. Destpêkirin 10:10 dibêje ku Babîl (LXX: Βαβυλών) beşek ji padîşahiya Nemrûd bû.[6] Destpêkirin 11:9 guhertoya navê îbranî, Babîl, bi lêkera balal ve girêdide, ku bi îbranî de tê wateya tevlihevkirinê.[7] Nivîskarê Romayên cihû yê sedsala yekem Flavius ​​Josephus bi heman rengî diyar kir ku nav ji peyva îbranî Babel (בבל) hatiye wergirtin, ku tê wateya "tevlihevî".

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Metzger, Bruce Manning; Coogan, Michael David (2004). The Oxford Guide to People & Places of the Bible (bi îngilîzî). Oxford University Press. ISBN 978-0-19-517610-0.
  2. ^ Berlin, Adele; Brettler, Marc Zvi; Fishbane, Michael A.; Jewish Publication Society (2004). The Jewish study Bible : Jewish Publication Society Tanakh translation. Internet Archive. Oxford ; New York : Oxford University Press. ISBN 978-0-19-529754-6.
  3. ^ "Genesis 11". netbible.org (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 6 nîsan 2022.
  4. ^ Day, John (24 nîsan 2014). From Creation to Babel: Studies in Genesis 1-11 (bi îngilîzî). Bloomsbury Publishing. ISBN 978-0-567-37030-3.
  5. ^ Mckenzie, John L. (1995). The Dictionary Of The Bible (bi îngilîzî). Simon and Schuster. ISBN 978-0-684-81913-6.
  6. ^ "BABEL, TOWER OF - JewishEncyclopedia.com". www.jewishencyclopedia.com. Roja gihiştinê 6 nîsan 2022.
  7. ^ "Genesis 11 / Hebrew - English Bible / Mechon-Mamre". mechon-mamre.org. Roja gihiştinê 6 nîsan 2022.

Girêdanên derve biguhêre