George Orwell
George Orwell (navê wî yê rastî Eric Arthur Blair; jdb. 25ê hezîrana 1903an - m. 21ê kanûna paşîn a 1950an) nivîskar û rojnamevanekê înglîz e. Herçind e ko bi rexne û têbîniyên xwe yên siyasî û kultûrî ve gelek berniyas bû, yek ji hezkirîtirîn gotarnivîsên edebiyata inglîzî li sedsala 20an bû. Ev ji ber du romanên ko li salên dawî yên temenê xwe yê kurt da nivîsîn; Çewlika heywanan û Hizar û nehsed û heştê û çar navdar e.
Jidayikbûn | |
---|---|
Mirin | |
Cihê goristanê |
Church of All Saints cemetery (d) |
Navê jidayikbûnê |
Eric Arthur Blair |
Nasnav |
George Orwell |
Hevwelatî |
Keyaniya Yekbûyî, Keyaniya Yekbûyî ya Brîtaniya Mezin û Îrlendayê (en) |
Cîwar | |
Perwerde | |
Pîşe | |
Salên çalak |
- |
Bav |
Richard Walmesley Blair (d) |
Dê |
Ida Mabel Limouzin (d) |
Xwişk û bira | |
Hevjîn | |
Zarok |
Richard Blair (en) |
Xizm |
Ellen Kate Limouzin (d) (aunt) |
Qada xebatê |
Performing arts (en) |
Partiya siyasî |
Independent Labour Party (en) (- |
Endamê |
Workers' Party of Marxist Unification (en) |
Artêş |
International Brigades (en) |
Şerên tevlêbûyî | |
Şêweyê hunerê |
Dystopian literature (d) |
Bandorbar | |
Xelat |
Prometheus Award - Hall of Fame (d) Hugo Award for Best Novella () Retro Hugo Award for Best Novella (d) () |
The Road to Wigan Pier (d), Homage to Catalonia (d), Çewlika heywanan, Nineteen Eighty-Four (d), Burmese Days (d) |
Jiyana wî
biguhêreDestpêka Jiyanê
biguhêreGeorge Orwell ji ber karê bavê xwe, li Motîbîhara Bengalê li Hindistanê hat dinyayê. Bavê wî, Richard Walmesley Blair, li pişka tiryakê li Xizmetkarî yên Bajêrwarî li Hindistana bin desthilata Racên Brîtanyayî (bi inglîzî: Raj) kar dikir. Dema hêşta yeksalî, bi dayika xwe Ida Mabel Blair ra vegeriya Brîtanyayê. Wî heta temenê çar saliyê babê xwe nedît ve. Dema şeş salî çû dibistaneka Anglîkan. Piştî du salan ji ber başî ya rewşa wî li dibistanê ji bo serkevtîtirîn dibistana wî çaxî ya Berîtanyayê, St. Cyprian's School li Sussexê hat veguhaztin. Ji ber serkevtina xwe, bûrsa xwendinê li Wellington College û Eton Collegeê bidestanîn. Piştî salekê ko li Wellingtonê bû, xwe veguhazt Etonê û li wêderê ji sala 1917ê heta 1921ê zana yê Şahî (bi Inglîzî King's Scholar) bû.
Burma û romana pêşîn
biguhêreJi ber ko malbata wî nedikarîn diravê xwîndina wî li zanîngehê bidin û wî jî bûrsa zanîngehê bi dest nexist, çû Burmayê û li vir di navbera salên 1922-1927ê wekî polîsekî xizmeta Polîsê Şahane yê Hindistanê kir. Li wî çaxî kêfa bi Impiryalîzmê nedihat, û piştî ko li sala 1927ê ji bo bêhnvedanekê vegeryabû Brîtanyayê biryara xwevekêşana ji karê polîsiyê da. Wî paştir serbihura xwe li Burmayê ji bo nivîsîna romana Rojên Burmayê û gotarên mîna Kuştina Fîlekî bikaranîn.
Li sala 1928ê çû Fransayê, cihê ko Xaleta wî lê dijiya. Hîvî ya wî ew bî ko li wêderê bibit nivîskarekê azad. Ji bona jiyana zindanê nas bike, xwe bi sûcê serxweşbûnê avêt hebsê.
Di sala 1930an de nêzîkî ramanên sosyalîzmê bû. Li sala 1936ê çû Spanyayê da di şerê navxweyî yê Spanyayê da li dijî rejîma Frankoyî şer bikit. Ew li wêderê tevî nêzî 25 kesên dî yên Brîtanyayî dibit endamê Partiya Yekbûna Marksîsîtî ya Karkeran (PYMK) (bi Inglîzî Workers' Party of Marxist Unification). PYMK hevalbenda Partiya Serxwe ya Kar bû. Van destekên tundrê digel Anarşîstên Ketelonyayê bawerî hebû ko tenê bi rabûna çîna karker dikarin rejîma Frankoyî biherifînin.
Li wî şerî da ew li stuhê xwe brîndar bû û çi nema bû bimirit. Di romana Rêzgirtinek ji bo Katalonyayê da qala wî şerî û birîndarbûna xwe dikit. Hwer wekî ew dibêjit, xelkî jê ra digot bext û şansê wî zehf bû ko nehat kuştin. Wî di bersivand: Şans û bext ew e ko hema her birîndar nebî.
Li salên Şerê Cîhanî yê Duyem, ji bo Pişka Rojhilatî ya BBCê kardikir. Ji ber ko karê wî propaganda ji bo Brîtanyayê bû wî bêz ji xwe vedibûn. Wezareta Zanyaran (bi Inglîzî Ministry of Information) bû hêvêna hizra Wezareta Rastiyan di romana wî ya bi navê Hezar û nehsed û heştê û çar'ê da. Bi ser mûçeyê baş yê ko werdigirt ra, li sala 1943ê xwe li karî vekêşa (istîfa). Piştra bû sernivîskarê edebî yê heftîname ya çepî ya Tribune.
Kitêba wî ya pêşîn Rojên Burmayê, rexneyên li ser kolonyalîzma Brîtanyayê a li Burmayê bû. Ber bi dawiya Şerê Cîhanî yê Duyem kitêbeke bi sernavê Çewlika heywanan ko bi awayekî hişk rejîma Stalînî rexne dikir, çapkir. Firotina wê kitêbê ji bo cara pêşîn di jiyana wî da rewşa wî ya diravî başkir.
Kitêba Orwellî ya herî navdar Hezar û Nehsed û Heştê û Çar e. George Orwell di vê romana xwe da, berovajîkirina rastiyan, windakirina azadiya raman û pêkanînên xerab ên cîhana hevdem ên li beranberî mirovahiyê rexne dikit.
George Orwell, di 21 Befirbara Paşîna sala 1950ê ji ber nesaxiya êşa zirav (tuberklosîsê) li Londonê mir. Reng e wî ew nesaxî li wan salên ko li Fransayê bû vegirt bûbit.
Nihêrînên siyasî yên wî
biguhêreBawerî ya siyasî ya Corcî bi dirêjahiya jiyana wî di guhartinê da bû. Dema li Burmayê, dujminahî ya imperyalîzmê li cem peyda bû. Dema li parîsê hejarî û xizanî dîtî, bû sosyalîst. Wî li sala 1946ê nivîsî: "Ji sala 1936ê were her dêreka ko min nivîsîbit, bi awayekê rastûrast an nerastûrast di bin bandora nihêrîna min ya li dijî totalîtaryanîzmê û têgehiştina min di sosyalîzma demokratîk da bûye.
Bandora wî
biguhêreNavûbang a wî li dirêjahî ya salan ji ber karên wî yên rojnamevanî bûye.
Berhemên wî
biguhêreKitêb
biguhêre- Kevtî û Veder li Parîs û Londonê, 1933 (Down and Out in Parîs and London)
- Rojên Burmayê, 1934 (Burmese Days)
- Kîja Melayî, 1935 (Clergyman's Daughter)
- Rêzgirtinek ji bo Katalonyayê, 1938 (Homage to Catalonia)
- Çewlika heywanan, 1945 (Animal Farm)
- Hezar û Nehsed û Heştê û Çar, 1949 (Nineteen Eighty-Four)
Gotar
biguhêre- Kuştina Fîlekî, 1936 (Shooting an Elephant)
- Fincaneka Xweş a Çayê, 1946 (A Nice Cup of Tea)
- Havriyek li Şerê Spanyayê, 1943 (Looking Back on the Spanish War)
- Têbînî li ser Neteweperêsiyê, 1945 (Notes on Nationalism)
Hozan (Şî'r)
biguhêre- Hozaneka Biçûk, 1936 (A little Poem)
Çavkanî
biguhêreGirêdanên derve
biguhêre- Li Wikimedia Commons medyayên di warê George Orwell de hene