Gansu (çînî:甘肃 / 甘肅, Gānsù) parêzgeheka Çînî ye. Ji ber ku korîdoreke teng bû, ew di sedsalan de wekî derî di navbera herêma Huangheya jor (çemê Zer) de û deverên rojavayê Çînê re xizmet kirîye.

Gansu

Serbajarê parêzgehê Lanzhou ye, rûerdê parêzgehê 454.000 km² ye, di 2004an de hejmara Rûnştivanên parêzgehê bi 454.000 kesî di hate hijmart in.

DîrokBiguherîne

Gansu di xanedana Qin (221-206 B.Z.) de tevlî axa Çînê bû. Marco Polo ji vir ra ketiye Çînê û gelek kesan serdana vê deverê kiriye. Navê Gansu ji navên deverên Ganzhou û Suzhou di dema xanedana Yuan de hate afirandin (1206-1368). Ji 1644an heta 1911an, ew di bin rêveberiya xanedana Qing (Manchu) de ma. Zuo Zongtang (1812-1885), yek ji serwerên herî navdarê vê serdemê, piştî serhildanên Taiping û misilmanan (1862-1877), nêzîkî 50 salî demeke bi aştî pêk anî. Di sala 1920an de yek ji erdhêja herî mezin ya cîhanê li vir pêk hat. Li rojhilatê Gansuyê erdheja bi mezinahiya 8,6 qewimî. Nêzîkî 200.000-250.000 kesan jiyana xwe ji dest da û pir bajar û bajarok hilweşiya.

ErdnîgarîBiguherîne

Taybetmendiya herî berbiçav a bingeha xwezayî di Gansu de plato ne. Gansuya rojhilat, navenda erdhejê ya Çînê ye. Li Gansu di navbera havîn û zivistanê de cûdahiyên germê yên mezin hene.

DemografîBiguherîne

Piraniya nifûsa Çînê Han e (92%). Di nav gelan de civakên mongol, tirk û tîbetî jî hene.

AborîBiguherîne

Pembo, rûnê felq, zebeş, garis hilberên bazirganî yên çandinî yên sereke ne. Lêbelê, aboriya Gansu bi piranî li ser bingeha maden derxistinê ye. Neft û komir û hesin tê derxistin.

Parêzgeh li Çînê navendek hêza nukleer e.

GalerîBiguherîne

ÇavkanîBiguherîne


Ev gotar ji agahiyên naveroka gotara wekhev a li ser Wîkîpediyaya tirkî pêk tê.