Xanedana Qin

Xanedaneke ku Çîn bi rê ve biribû [ B.Z. 221 - B.Z. 206 ]

Xanedana Qin (bi çînî: 秦朝, lat. "Qín Cháo"), xanedana yekeme kû li Çînê hukumdar bûye. Di navbera B.Z. 221 - B.Z. 206an de rêvebirî kir. Ew ji alîyê şervan Qin Shi Huang di Serdema Dewletên Şer Dikin de hate damezrandin. Qin Shi Huang gelek dewletên din ên li herêmê têk bir û Çîn yek kir. Qin tenê ji bo demek pir kurt hukumdariya Çînê kir. Di wê demêda Artêşa terrakotayî û gora Qin Shi Huang ava kir. Dest bi yek kirina Dîwarê Çînê kir. Yekemîn car rêvebirên Çînê pêşgira "împerator" bi kar anîn. Ji ber vê yekê Qin Shi Huang bi nevê yekemîn împeratorê Çînê tê zanîn.

Xanedana Qin
  • Dewleta çînî ya dîrokî
  • serdema dîrokî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
ParzemînAsya Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Paytext
Dema avabûnê
Birêvebirin
 • Awayê birêvebirinêKeyîtiya serberdayî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge


Xanedan piştî ser hildana têk çû, xanedana Han hate damezrandin.

Di serdema xanedana Qin de pêşkeftin di bazirganî, çandinî û leşkerî de çê bun. Li Çînê yekemîn fermandariya dewleta burokratî ya navendî ya yekbûyî hate damezrandin. Ji bo hemû kesî zagonek, yekîtîya pereyê, rê, standardên pîvanê û dirêjahî yê, standartkirina nivîsandinê ha pêk anîn. Ji ber ku gel kevneşopiyên kevn ji bîr bikin pirtûk hatin şewîtandin û zanyarên berê hatin bin ax kirin. Ev çalakî wekî "şêwitandina pirtûkan" kete dîrokê.

Binêre biguhêre

Lîsteya Monarşiyên Çînê

Çavkanî biguhêre