Fatma Îsa (jdb. 1934-[1933]-, Azerbaycan,-[navbera Ermenîstan û Nexcivanê]- gundê Erezegin -[Erezdeyanî]-− m. 15ê kanûna paşîn a 2010an, Ermenistan) stranbêjeke jine ku li Ermenistanê dijiya. Di roja 15ê kanûna paşîn a 2010an de jiyana xwe li Ermenistanê ji dest da. [ Fatima Îsa di zarokatiya xwe da daykûbabê xwe ji dest dide û pîrika wê, wê xudan dike. Piştra bi Hemzê Sinco re dizewice û zarokên wê tunenin. Bi giştî 5 sitran gotine û sitrana MIĤO ji pîrejineke bi navê Têliya Evdile bihîstiye. Kilamê wê yên di erşîva raydoya Rewanê da ev in : Miĥo, Êrê Dînê, Şêro Dîno Lewendo, Lo Lo Gede û Herdem e.Tosinê Reşîd dibêje: di erşîva me da dara 20 sitranên Fatma Îsa hebûn. Ez û Nûra Cewarî bi taybet ji bo tomarkirina sitranên Fatma Îsa çûne gundê wan...wê ji me re 20 sitran gotin. Gava em çûne Awistiraliya me nekarî erşîvê bi xwe re bibin, dema em vegeriyan ji wê erşîvê kêm tişt mabûn...yên mayî jî niha li Awistiralyayê ne û Nûra Cewarî li ser wan kar dike....jêder: nivîsên di nava [ ] Tahir Agûr. dumehnameya Beyan bi serperiştiya Dr. Îsma'îl Mistefazade li Mehabadê ...veguhastin ji aramî, înstagram @usibe_bemal ]

Fatma Îsa
Jidayikbûn1934
Gundê Erezegin (Azerbaycan)
Mirin15ê kanûna paşîn a 2010an
Ermenistan
Cureyê muzîkêMuzîka kurdî
PîşeStranbêj
biguhêreBelge

Kurtejiyan biguhêre

Zarokatî biguhêre

Sala 1934an da li Azerbaycan, gundê Erezegin hate dinyayê. Piştî 3 salan, bi hemû Kurdan ve hate mişextkirin (sirgûn). Çu gundê Hamzali a Ermenistan û li vir jiyana xwe berdewam kir. Dibistan nexwend. Dema ku bû 14 salî wek hemû keçên Kurd, bi zordariya malbata xwe hate zewicandin. Ji piçukatiya xwe virda xwedanê dengekî xweş û guhekî ji aliyê muzîkê rind bû. Li dora wê dengbêj hebûn û wê jî hez dikir ku mîna dengbêjan kilama bêje. Bi vî avayî ew jî kete nav muzîkê.

Lê wê demê, stranbêjiya keçên Kurdên sunnî, ji aliyê malbat û ji kesên derdorê wan de nedihatê xwestin. Ev yek mina gunehekî dahate dîtin. Ewê jî ji ber vê yekê kilam û stranê xwe dîwanê jinan de, li cem jinan digot.

Xebata wê ya di Radyo Erîvanê de biguhêre

Di sala 1972an de Radyoya Êrîvanê ji bo ku hine dengên nû yê keçên Kurdê sunnî bibîne lêkolîn çêdike. Vê demê Fatma Îsa bi palpiştiya bûrayê xwe bi xebatkarên radyoyêra diaxife.

Fatma Îsa wê demê wiha bîrtîne:

"Êw jinê ku wê demê di Radyoya Êrîvanê de stran digotin mîna Sûsika Simo, Zadina Şekir hwd... Kurdên Êzîdî bûn. Lê, ji bo ku dengê jinê Kurdên sunnî jî bê naskirin lêkolînek darxistin. Ji ber vê yekê hatin gundê me jî. Vê demê temenê min jî pêşve çû bû. Birayê min ji xebatkarên radyoyê pêşniyar kiribû ku bila min jî guhdar bikin. Wan qebûl kir û ez jî guhtarkirim. Min çend stranên klasîk got. Wan ez guhtarkirim û pir keyfxweş bûn. Rojên paşî wan ez birim redaksiyona radyoyê."

Li radyoye, dengê Fatma Îsa li berpirsiyarê radyoyê Xelîl Muradov ra pir xweş tê. Fatma Îsa di redaksiyonê de kilamên “De Miho”, “Dînamin”, “ Şerê Reya Beşer”, “Gedê Mirzo”, “Dervêşê Evdî” hwd... dibêje û ewan tên qeyd kirin. Bi taybetî kilama “De Miho” di dilê hemû Kurdan de cihekî girîng digre.

Kilama “De Miho” çavkaniya xwe ji evîna keça mîrekî Kurdan Telli û lawekî xizan Miho digrê. Di kilamê de keçik hezkirina xwe ya ji Miho tîne ziman.

Fatma Îsa yek carê di radyoyêda dibêjê û car din nabêje. Lê ev car têra wê dike ku ji aliyê hemû Kurdan bê nazkirin.

Piştî ku Sovyet belav bû Ermenistanê ji wê derê 50 hezar kes sirgûn kirin û Fatma Îsajî yek ji wan bû. Fatma Îsa ku tevî malbata xwe bi sirgûnî hatibû herêma Krasnodarê di nav gel de xwedî ciheke bi hurmet bû.

Di roja 15ê kanûna paşîn a 2010an de Fatma Îsa jiyana xwe li Ermenistanê ji dest da.

Stranên wê biguhêre

  • De Miho
  • Dîna min
  • Şerê Reya Beşer
  • Gedê Mirzo

Çavkanî biguhêre

Girêdanên derve biguhêre

Strana Fatma Îsa ya bi navê Miho