Farisiya Navîn
Farsiya navîn, Partî[1] an jî Sasanî (bi farisî: پارسی میانه, lat. Parsi-ye miyane) zimanek ji zimanên kevin yên îranî ye. Ji aliyê dîrokî ve, ev ziman ji sedsala sêyê ya berî zayînê heta sedsala heftê ya piştî zayînê li Îranê li kar bûye. Zimanê berî vî zimanî bi navê farsiya kevnar û zimanê piştî vî zimanî jî bi navê farsiya derî anko farsiya nû dihêt niyasîn. [2]
Farisiya Navîn | ||
---|---|---|
𐭯𐭠𐭫𐭮𐭩𐭪 (Pārsīk an Pārsīg) | ||
Welatên lê tê axaftin | ||
Axiverên zimanê zikmakî | ||
Malbata zimanî | Zimanên hind û ewropî | |
Şiklê kevn | ||
Sîstema nivîsê | Elfabeya pehlewî, nivîsa avestayî, elfabeya maniyî | |
Kodên zimanî | ||
ISO 639-2 | pal | |
ISO 639-3 | pal – Macrolanguage individual codes: pal – Farisiya Navîn ya Zerduştî ("Pehlewî") xmn – Farisiya Navîn ya Maniyî (Nivîsteka maniyî) | |
Linguasphere | 58-AAC-ca(Pehlewî) |
Du qonaxên diyar di dîroka farisiya navîn da berçav in: Farisiya Eşkaniyan (248ê Berî Îsayî– 224ê Piştî Îsayî) û farisiya sasaniyan (224–651 Piştî Îsayî). Farisiya navîn tevî zimanên kevin ên dî yên îranî yên wekî suxdî, xwarezmî û osetî li kar bûye. Farisiya navîn ya ku li dema emperatorîya Sasaniyan li kar bûye bi navê pehlevî navdar e. Carina ji vî zimanî ra farisiya navîn jî dihate gotin. Lê bi her awayî bit, havilî û wekheviya vî zimanî digel zimanê kurdî, nemaze kurmanciyê gelek ji haviliya wê bi farisî ya îro re zêdetir e. Ev ziman zimanê fermî yê sasaniyan bûye.
ÇavkanîBiguherîne
- ↑ ŞUCAÎ, Behroz (2001). "Zimanê partî" (PDF). Kovara Kurmancî. 28: 1, 2. Ji orîjînalê (PDF) di 2020-09-08 de hat arşîvkirin. Roja wergirtinê: 2020-09-08.
- ↑ Dîroka Zimanê Farsî Dr. EbolQasimî.